Emîne Şenyaşar bi hinceta ku 'heqaret' li Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylu kiriye, îfade da.
Nobeta çalakiyê ya Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît a li ber avahiya edliyê ya Rihayê di roja 187’an de didome. Malbatê bi dowîzên bi nivîsa, ''em tenê dadê dixwazin'' nobet da destpêkirin.
Dewleta Tirk a dagirker di dema nobetê de betal nema; bi hinceta heqaret li Wekîlê AKP’ê Ibrahîm Halîl Yildiz kiriye, serdozgeriya wê ya li Rihayê li Dadgeha Cezayê Giran a Esliyê ya 2'yan a Rihayê doz lê vekiriye. Ji ber hema axaftina xwe di eynî axaftinê de bi hinceta ku heqaret li Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylu kiriye, Dozgeriya Komarê ya Rihayê bang li Yadê Emine kir da ku îfade bide. Emîne Şenyaşar di îfadeya xwe de got, wê heqerat li kesî nekiriye û piştî ku wê îfade da, malbatê çalakiya xwe domand.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal li dijî doza 'heqerat'ê helwêst nîşan da û got, ''Dema ku gilihker wekîlên AKP'ê bin bi bayê bezê dozê vedikin. Ji bo dayika ku li dadê digere, 4 sal cezayê hepsê tê xwestin. Wekîl Yildiz û malbata xwe li ber kameraya ewlehiyê 3 mirov kuştin, ev 3 sal û nîv derbas bûn. Hê jî doz nehatiye vekirin.''
RIHA