- Serokê dadgeha doza Kobanê di rûniştina doh a dozê de mafê parastinê binpê kir û hewl da dozê hemûyî provoke bike. Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî rexne li dadger girtin û got, hûn nikarin dozê li gorî dilê Erdogan bi rê ve bibin.
Dadger di Doza Kobanê de destûr neda parêzer biaxivin. Siyasetvana girtî Sebahat Tuncel jî got, “Hûn di şexsê me de gelê me dadgeh dikin.”
Rûniştina 11’an a Doza Kobanê di roja şeşan de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê dewam kir. 22 jê girtî 108 kes di vê dozê de tên dadgehkirin.
Parlamenterên HDP, CHP’ê û parêzvanên mafê mirovan, rêveberên HDP’ê û gelek parêzer dozê dişopînin.
Siyasetvanên li Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê amade bûn û hin siyasetvan jî bi rêya SEGBÎS’ê tevli rûniştinê bûn.
Şahidê nav eşkereyî yê dozê Kerem Gokalp, di dorpêça polîsan de birin hola rûniştinê û hin parlamenterên AKP’ê jî tevli rûniştinê bûn.
Dadger mafê parastinê binpê kir
Parêzeran xwest biaxivin, lê serokê dadgehê destûr neda ku parêzer biaxivin û bi vî awayî rûniştinê bi rageşiyê dest pê kir.
Ji ber ku parêzer Cîhan Aydin, Kenan Maçoglu û Cahît Kirkazak nerazîbûn nîşanî biryara serokê heyeta dadgehê da, li dijî wan girtek hat girtin. Parêzeran got, Roja Parastinê ya Cîhanê de helwesta dadgerî rexne kirin.
Dadger doz provoke kir
Tevî ku parêzer li ber rabûn jî serokê dadgehê xwest îfadeyên îtîrafkarê PKK’ê Kerem Gokalp bigire. Parêzer Kenan Maçoglu got, serokê dadgehê rageşiyeke nehewce diafirîne.
Parêzer Cîhan Aydin jî got, serokê dadgehê rûniştinê provoke dike. Serokê dadgehê axaftina Aydin di nîvî de birrî.
Siyasetvana girtî Sebahat Tuncel got, heke li welatekî polês zêdetir bin, li wî welatî azadî tine ye. Tuncel got, serokê dadgehê dixwaze civakeke xwepêşandanî biafirîne û ew ê qet bi lîstikên dadgehê nexapin. Tuncel anî ziman ku vê Dadgeha Enqereyê di şexsê siyasetvanan de gelê Kurd û dostên wan dadgeh dike. Tuncel got, dema ew li vê dadgehê dinihêre, dadgehkirin û kirinên 12’ê Îlonê tên ber çavên wê. Wê bi bîr xist ku di dema dadgehkirinên cuntaya 12´ê Îlonê de jî destûr nedihat dayîn ku parêzer karibin adilane parastinê bikin. Tuncel got, dadger dager bi xwe proveke dike.
Siyasetvan Dîlek Yagli, Ayla Akat Ata jî behsa binpêkirina mafê dadgehkirina adilane kirin.
Dadger Çolak bi gotinên kê kir?
Di rûniştinê de Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî peyivî û got, "Me rapora tenduristiyê ya Bahtiyar Çolak ku we jî meraq dikir, xwend.” Piştre Demîrtaş, axaftina xwe dewam kir û bal bire ser têkiliya di navbera MHP'ê, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û serokê berê yê dadgeha Doza Kobanê Bahtiyar Çolak de û daxwaz kir ku li Çolak weke şahid bê guhdarîkirin û jê bê pirsîn ka bi kê re hevdîtin kiriye.
Wê ne li gorî dilê qesrê be
Piştî Demîrtaş, hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag got, "Hûn nikarin vê dozê weke ku desthilata siyasî, Bahçelî û kesên li Qesrê dixwazin, bidomînin."
MA/ENQERE