Doza zarokên xwe dikin

Çarşem 29 Kanûn 2021 - 22:30

  • Malbatên 9 penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê yên ku Tirkiyeyê ew radestî çeteyên xwe yên li Ezazê kirine, li ber balyozxaneya Tirkiyê ya li Tehranê kom bûn û daxwaz kirin bi aqûbeta zarokên xwe zanibin û zarokên wan bên rizgarkirin.

Malbatên 9 penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê yên ku Tirkiyeyê ew radestî çeteyên xwe yên li Ezazê kirine, li ber balyozxaneya Tirkiyê ya li Tehranê kom bûn û daxwaz kirin bi aqûbeta zarokên xwe zanibin û zarokên wan bên rizgarkirin.

Di 22’yê Tebaxa 2021’ê de 9 koçberên Kurd ên ji bajarê Sedeşt ê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê polêsên Tirk ve li Stenbolê hatin girtin û pişt re rayedarên Tirk ev penaber radestî çeteyên xwe yên li Ezazê kirin. Ji wê rojê ve aqûbeta koçberan nediyar e.

Malbatên koçberan li Tehranê xwestin li ber balyozxaneya Tirkiyê li aqûbeta zarokên xwe bipirsin, lê polêsên Îranê nehiştin ku malbat nêzî balyozxaneyê bibin. Dema balyozê Tirkiyê yê Tehranê ji balyozxaneyê derket jî, polêsan êrişî malbatên koçberan kir.

Koçberên dewleta Tirk ew radestî çeteyên xwe kirin jî ev in: Mubîn Weled Beyg, Efşar Rustemî, Behman Şardewan, Mesud Heyderî, Seîd Ehmedî, Ferdîn Derwîş Pur û Hedayet Ruxzadye.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.