MUHSIM EL MISRÎ / ANHA / QAHIRE
Hiqûqnas û şêwirmendê ji Misirê Ela Selame destnîşan kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan yek ji dozên mirovî yên herî girîng e û bang li berpirsên mafên mirovan kir ku piştgiriya vê dozê bikin û wê bigihînin cîhanê. Her wiha diyar kir ku ew doz li Meclisa Navneteweyî ya Mafên Mirovan a li Cenevreyê hatiye pêşkêşkirin.
Hiqûqnas û şêwirmendê Misirî Ela Selame destnîşan kir ku di civîna dawî ya Meclisa Navneteweyî ya Mafên Mirovan a li Cenevreyê de doza Rêber Abdullah Ocalan hatiye nîqaşkirin û got:“Min doz pêşkêşî yek ji rêxistinên civaka sivîl kir ku ew jî di warê mafên mirovan de dixebite. Wê jî doz derbasî serokê Meclisa Mafên Mirovan kir û binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî diyar kirin. Her wiha bal bire ser veşartina rewşa wî ya tenduristî û derûnî û qedexeya hevdîtina parêzer, malbat û rêxistinên navneteweyî pê re.”
Doz tê lêkolîn kirin
Selame axaftina xwe wiha domand: “Niha doz tê lêkolînkirin û wê biryarên guncav der barê wê de bên dayîn, ji bo naskirina geşedanên dawî jî danûstandin bi rêxistinên berpirs re heye.”
Selame eşkere kir ku serokê Meclisa Mafên Mirovan bi xwe dosya wergirt lê belê ew berî piştrastkirina agahiyên di dosyeyan de nêrînên xwe nade û wiha dewam kir:“Dosya bi fermî li endamên meclisê nehat pêşkêşkirin lê belê bi awayekî kesane ji bo serokê meclisê ji aliyê rêxistinê ve hat pêşkêşkirin.”
Doza Ocalan girîng dibînin
Selame destnîşan kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke mirovî û girîng e û got: “Ji mafê her kesî ye ku mafên xwe bi dest bixe heta ku girtî be jî, nexasim ku qanûnên navneteweyî vê yekê piştrast dikin. Bi taybetî jî Rêber Abdullah Ocalan xwedî dozekê ye û ji ber fikrê xwe hatiye dîlgirtin, ji ber wê jî gelek kesên ku di warê mafên mirovan de dixebitin girîngî dane doza wî.”
Divê çapemenî cih bide dozê
Derbarê bêdengiya navneteweyî û binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, Selame got: “Doz di çapemeniyê de bi awayê pêwîst nehat ragihandin ku piraniya dewletên cîhanê pê agahdar bin. Li gorî doza Nelson Mandela em şaş man ku gelek rêxistinên navneteweyî tu agahiyên derbarê vê mijarê de nizanin.”
Dozê li cîhanê belav bikin
Selame wiha got;“Çareseriya herî guncav a doza Rêber Abdullah Ocalan ew e ku doza wî li seranserî cîhanê bê belavkirin û ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî ve zext bê kirin da ku rê li ber serdanên parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan bê vekirin. Divê navend û komeleyên hiqûqî li gorî qanûnên navneteweyî zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin.” Selame di dawiya axaftina xwe peyamek da şopdar û alîgirên Rêber Abdullah Ocalan û got:“Divê çalakî û zextên navneteweyî berdewam bike da ku cîhan vê dozê nas bike. Kî li pey heqê xwe be, helbet wê bi dest bixe.”