Doza Kobanê siyasî ye
Şemî 22 Gulan 2021 - 04:13
Rûniştina duyemîn a Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê di roja 3'yan de bi rêzkirina daxwazên parêzeran dest pê kir.
Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku tê de rêveberên HDP’ê jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetvanên ji siyaseta Kurd tên dadgehkirin, di roja sêyemîn de bi parastinan dewam kir. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li Kampûsa Girtîgeha Sîncayê hat lidarxistin. Gelek parlamenter û ji bajarên cuda gelek parêzer beşdarî rûniştinê bûn. Pisporên ji Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê jî dişopînin.
Bi hinceta "talîmata teqez a heyeta dadgehê heye" temaşevan û şêwirmendên parlamenteran neketin hola rûniştinê. Temaşevan û şêwirmendên parlamenteran ji bo beşdarî rûniştinê bibin, ketin holeke din.
Selahattin Demirtaş ji bo amadekariya dozên din, beşdarî rûniştinê nebû. Sebahat Tuncel jî ji ber ku beşdarî rûniştineke din a doza li Meletiyê bû, beşdarî rûniûtinê nebû. Figen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Gulser Yildirim, Zeynep Olbeci, Emine Ayna, Ali Urkut, Nazmi Gur, Cihan Erdal, Can Memiş, Ayhan Bilgen, Meryem Adibelli, ji girtîgeha lê girtîne, Sirri Sureyya Onder jî ji Edliyeya Çaglayana Stenbolê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bûn.
Girtiyan berdin
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamentera HDP'ê ya serdema berê Ayla Akat Ata, Berdevkê Partiyê yê HDP'ê yê serdema berê Gunay Kubilay, parlamenterên serdema berê yên HDP'ê Emine Beyza Ustun, Îbrahim Binici, Endamê MYK'ê Alp Altinors, endamên MYK'ê yên serdema berê Pervin Oduncu, Ayşe Yagcı, Bircan Yorulmaz, Berfin Ozgul Kose, Dilek Yagli, Bulent Parmaksiz, Zeki Çelik û Îsmail Şengul li hola rûniştinê amade bûn.
Parêzerên Doza Kobanê diyar kirin ku ev doz dozeke siyasî ye û di dosyeyê de wê rastî derkevin holê û ji bo rastî derkevin holê, divê zemîn were amadekirin.
Parêzerê rêveberê HDP’ê Alî Urkut, Erhan Urkut, parêzerê rêvebera berê ya HDP’ê Meryem Adibellî, Mustafa Kemal Baran, parêzerê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag Cahît Kirkazak, parêzera hesabgirê berê yê HDP’ê Zekî Çelîk, Îffet Aktaş û parêzerê Parlamenterê HDP’ê yê berê Îbrahîm Bînîcî, Kemal Cîhat Bînîcî parastina miwekîlên xwe kirin.
Parêzeran destnîşan kir ku ev doz siyasî ye û di dosyeyê de ev rastî wê derkevin holê û ji bo rastî derkevin holê jî divê zemîn were amadekirin. Parêzeran xwest miwekîlên wan werin berdan. Gava nûçeya me dihat amadekirin, rûniştinê bi parastina parêzerên mayî dewam dikir.
ENQERE