Parêzerê Girtiyên Behdînanê, Beşdar Hesen got, doza girtiyên Behdînan siyasî ye û paşvexistina rûniştina dozê ji bo şikandina îradeya girtiyan e.
Biryar bû pêr li Hewlêrê Mamosta Bedel Berwarî û Rojnamevan Umêd Beroşkî bihatana dadgehkirin. Lê careke din rûniştina dadgehê ji bo 12’ê Cotmeha 2021’an hat paşvexistin.
Parêzerê girtiyên Behdînanê, Beşdar Hesen têkildarî dozê got, doz bi temamî siyasî ye, û bi paşvexistinê zilme li girtiyên Behdînanê dikin: “Dadgeha Hewlêrê bi paşxistina dadgehkirina Mamosta Bedel Bewarî û Umêd Beroşkî dixwaze îradeya welatiyan, girtiyan, xizmên wan û parêzeran bişikîne. Lê, bila desthilat piştrast be ku bi van karên dadgehkirinê, em ê bihêztir bibîn.”
Kurê Mamosta Bedel Arî Bedel duh piştî paşxistina dadgehkirina bavê xwe, bal bire ser tendirustiya bavê xwe û girtiyên din Behdînanê: “Bavê min di hepsê de gelek zeîf bûye, girtîgeh ne asayî ye û 160 kes di odeyeke 60 kesî de têne ragirtin. Ji ber pişta xwe, ev saleke bavê min nikare xew bike, herwiha ji bo şûştinê jî tenê çend kêlî ji bo wan diyar dikin. Divê desthilatdarên PDK’ê ji Sedam Hisên dersê bigirin.”
Yek ji parêzerên din ên dozê, Herêm Refhet jî got, “Dadgehkirina Mamosta Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî çend care bêyî sedem tê paşvexistin. Divê dadgeh serxwebûna xwe biparêze. Divê xwe nexin jêr gumanê. Tişta ku niha li ser dadgehê jî, ewe ku aliyek siyasî li ser dadgehê hakim e ku nikare van çalakvanên Behdînanê berde.”
Mamoste Bedel Berwarî û Rojnamevan Umêd Beroşkî 19’ê Tebaxa 2020’an bi îdîaya ku xelkê teşwîqî xwepêşandanê dikin, hatin girtin.
22’yê Hezîrana îsal ji ber 2 dozan hatin dadgehkirin. Dadgeha Giştî ya Dihokê ji dozekê salek cazayê hepsê da Rojnamevan Umêd
Beroşkî. Lê dozên din hatin paşvexistin.
ROJNEWS/HEWLÊR