Doz û berpirsyarî rizgarkirina Efrînê ye

În 18 Adar 2022 - 22:50

  • "Bidawîkirina dagirkeriyê, vegera ewle ya şêniyan li xak û malên xwe, doz û berpirsyariya me ye." 

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî got, 4 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûne û lê qirkirin li bajarê zeytûnan Efrînê dewam dike: "Bidawîkirina dagirkeriyê, vegera ewle ya şêniyan li xak û malên xwe, doz û berpirsyariya me ye." 

Bi rasthatina salvegera 4'an a dagirkirina Efrînê, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Mezlûm Ebdî got, "Desteya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî hîna berpirsyariyên xwe li hemberî şêniyên Efrînê paşguh dikin. 4 sal di ser dagirkirinê re derbas bûn, qirkirin li bajarê zeytûnan Efrînê dewam dike."

Ebdî her wiha got, "Bidawîkirina dagirkeriyê û vegera ewle ya şêniyan li xak û malên xwe, doz û berpirsyariya me ye, her wiha doza her kesê bi mirovahiyê bawer e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.