Ji hunermendên “Koma Awaza Azad” Fûat Ege yê ji ber ku di Newroza Wanê de strana “Mizgîna leheng” got derbarê wî de doz hat vekirin, ji bo dozê nirxandina xweranegirtina li Kurdiyê kir.
Li hunermendên Koma Awaza Azad a dibin banê Komeleya Çand, Huner û Lêkolînê ya Aryen de, bi hinceta beşdarî Newroza 21’ê Adarê ya Wanê bûne û stran gotine, doz hat vekirin. Derbarê hunermendên komê Fûat Ege û Rohat Aram de, bi hinceta ku strana “Mîzgîna leneng” a Hozan Serhat (Suleyman Alpdogan) ji bo Hozan Mizgîn, gotine, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” îdîaname hat amadekirin. Piştî ku îdîaneme hat qebûlkirin, rûniştina yekemîn a dozê wê di 30’yê îlonê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.
Te çima ev stran got?
Ege, bertek nîşanî doza derbarê stranê hat vekirin de, da û got: “Li Miduriyeta Polîsan, di dema îfade dayînê de ev pirs ji min kirin, ‘Te çima ev stran got? Tu wateya vê stranê dizanî? Ev stran qedexeye, we çima got?’ Ev stran ji aliyê gel ve hatiye qebûl kirin. Nabe ku bê qedexekirin. Divê stranên bi Kurdî, Tirkî, Lazî û hemû zimanên din, bi awayekê azad bên gotin.”
MA/WAN