Doz li doza edaletê vekirin
În 10 Îlon 2021 - 01:06
Edliyeya Rihayê, lorînên Emîne Şenyaşarê weke heqaret hesibandin û doz lê vekir. Danişîna ewil a doza Emîne Şenyaşar wê 12’ê Mijdarê bi rê ve biçe.
Parêzvan û xizmên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşarê qetil kiribûn. Ji ber wê jî wê dest bi nobeta edaletê li ber avahiya edliyeya Rhayê kiribû. Edliyeyaihayê ji doza edaletê ya Emîne Şenyaşar ewqasî aciz bûye û doz lê vekiriye. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsîn bi dawî kiriye û îdîaname amade kiriye. Di îdianameyê de Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz wek muştekî ango gazinker cih girt. Di îdianameyê de heta 4 salan cezayê hepsê ji Emîne Şenyaşar re tê xwestin.
Îdîaname ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê ve hat qebûlkirin û rûniştina pêşî jî 12’ê Mijdarê ye.
Di roja 7’an a “Nobeta Edaletê” de yanî 15’ê Adarê, Emîne Şenyaşar bi heman îdîayê hatibû binçavkirin û piştî ku îfade dabû, hatibû berdan.
Balkêş e li aliyekî doz li Emîne Şenyaşar tê vekirin, li aliyê din jî ji sê salan zêdetir e ku biryara “veşartîbûnê” li ser dosyeya malbatê heye.
RIHA