Heta niha di warê mafê mirovan û azadiyan de civaka navneteweyî dikarî zextê li hikûmeta Başûr bike. Lê bi vê yekê re Mesrûr Barzanî wê bike ku kes newêribe di medyaya civakî de bipeyive û kes newêribe peywendiyê deyne bi nûnerên dîplomatîk re.
LUQMAN GULDIVÊ
Piştî ku hefteya bihurî Dadgeha Temyîzê ya Başûrê Kurdistanê biryara Dadgeha Ceza ya Hewlêrê erê kir di doza cezakirina 5 rojnamevan û çalakgerên Behdînanê de, rewşa azadiyan li Başûr kete rewşeke xirabtir. Niha tirs heye li ser wê yeke ku ji kêm mekanên azadiyê medyaya civakî û peywendiyên bi rêxistinên civaka sivîl û nûneriyên dîplomatîk re jî nemînin. Li ser meseleyê em bi rojnamevan û akademîsyen Kemal Çomanî re peyivîn ku niha li bajarê Elmanyayê Erfûrtê lêkolînên xwe dewam dike. Bi ya wî bi vê dozê Mesrûr Barzanî dixwaze du meydanên azadiyê, yanî medyaya civakî û peywendiyên bi civaka navneteweyî re bikuje.
Biryara erêkirina 6 sal cezayê 5 rojnamevan û çalakgerên Behdînanê çi îfade dike?
Em pêşî behsa dadgehan û sîstema dadweriyê ya li Başûrê Kurdistanê bikin. Sala 2018'an min li Înstîtuya Tehrîr li ser mijarê gotareke lêkolînî nivîsî. Hingê bi temamî dezgehên dadweriyê ketin bin kontrola YNK û PDK'ê. Çawa ku PDK û YNK hikûmetê pêk tînin, li gorî hejmara kursiyan postên rayedaran dabeş dikin, bi heman şêwazî cara yekê bû ku hingê endamên dadgehên bilind û dadgeha temyîzê ya Başûrê Kurdistanê dabeş kirin. Li herêma Kurdistanê hem wezareta dadê û hem jî sîstema encumena bilind a dadweriyê, dadger, sendîkayên dadger û mafzanan û odeya parêzeran hemû bi ser hizban ve ne. Yanî PDK û YNK, binemala Barzanî û ya Talabanî, û hinekî çendeke din jî, biryarê didin. Di sîstemeke wiha de ku sîstema dadweriyê bi temamî hizbî û siyasî ye, yanî serbixwe nîne, her biryara her dadgehê li Başûrê Kurdistanê dikeve ber guman û şikê.
Vêca, em li dadgehkirina 5 rojnamevan, çalakgerên medenî yên li Hewlêrê hatin cezakirin, vegerin. Doza li dijî wan, pêvajoyên beriya dozê û di dema dozê de ji serî heta binî siyasî bûn. Biryar jî siyasî bû. Serokê encûmena bilind a dadweriyê, endamên wê, endamên dadgeha temyîzê, pirraniya dozgerên giştî û dadgeran yan endamên PDK û YNK'ê ne yan jî bi pêşniyaza wan hatine wezîfedar kirin. Ma dadgerekî ku wezîfeya wî hizban diyar kiribe, dikare serbixwe û adil biryarê bide!
Helwêsta di nava rayedaran û hikûmetê de jî weke ku ne wekhev be xuya dike. Gelo ev rast e, yan dabeşkirina rolan e di nava desthilatê de?
Herçî helwêsta hizban û rayedarên hikûmetê ye, ya darî çav ew e ku cihê ye. Lê esas ev dabeşkirina rol û keysbazî ye. Li aliyekî milmilaneya di navbera PDK û YNK'ê de heye. Lahur Talabanî keysa xwe lê aniye ku Mesrûr Barzanî neşîrîntir bike. Herçî helwêsta Nêçîrvan Barzanî ye, ew dixwaze nîşanî civaka navneteweyî bide ku esas ew mirovekî demokrasîxwaz e. Lê bi baweriya min, esasê meselê dabeşkirina rol e û derewan jî dikin. Weke nimûne, Lahûr Talabanî daxuyaniyeke dijwar da, lê belê heger rast e ew difikire ku azadiya xweîfadekirinê divê hebe û ev mirovên girtî heq in, naxwe ji bo çi di nava hikûmetê de gotinekê nake. Ma ne ev biryareke siyasî ye, ya hikûmetê ye. Mesrûr Barzanî jî ne li derveyî hikûmetê ye, hikûmet jî koalîsyonek e di navbera PDK, YNK û Tevgera Gorran de. Yanî biryara hikûmetê, ya hersêyan e.
Helwêsta Nêçîrvan Barzanî jî, ma ne ew qederê 20 salan serokê hikûmetê bû. Di wê demê de rojnamevan hatin kuştin, hatin revandin, bi dehan xelk xistin zindanan, êşkence li wan kirin. Zexta li dijî rojnamevanan a di dema desthilata Nêçîrvan Barzanî de, ne kêmî ya desthilata Mesrûr Barzanî ye. Dibe ku ji ber zexta civaka navneteweyî Nêçîrvan Barzanî van rojnamevan û çalakgeran bi efûyekê ji hepsê derxe; lê cezayê wan ji sedî sed hatiye sepandin. Ev efû jî wê bibe weke xêreke desthilata siyasî bi van rojnamevan û çalakgeran.
Serokwezîrê hikûmetê Mesrûr Barzanî bi vê yekê dixwaze çi bike?
Tişta ku Mesrûr Barzanî niha dike, ew e ku ya ku beriya wî, bavê wî, kurapê wî bi dehan salan dixwestin bi cih bikin, bi cih bike. Yanî desthilata yekdestdar a binemala Barzanî misoger bike. Heger ew di vê de bi ser keve, ew nîvdemokrasiya li Başûrê Kurdistanê, ew meydanka azadiyê ya piçûk jî wê bi temamî bê kuştin. Û ji bo bi dehan heta sedan salan desthilata binemala Barzanî û PDK'ê ya yekdestdar li Başûrê Kurdistanê misoger bibe. Çawa ku Mesûd Barzanî, kurê xwe Mesrûr ji bo îro amade kir, niha ew jî kurê xwe Arîn ji bo dema piştî xwe amade dike. Ji ber wê jî, bi ya min nerazîbûna di nava civaka Başûrê Kurdistanê de jî û ya di nav civaka navnetweyî de jî ji bo Mesrûr Barzanî ne muhim e. Ew dixwaze sîstemeke otorîter damezrîne. Her kesê vê qebûl neke yan wê biçe cem wan zindankiriyan, yan wê Kurdistanê bi cih bihêle, yan jî dostaniyê pe rê nake. Eynî weke Erdogan. Erdogan ne serê pêşî lê paşê dadwerî ji bo cezakirina muxalifên xwe bi kar anî, Mesrûr Barzanî ji roja pêşî ve ev yek kir. Jixwe beriya wî bavê wî û kurapê wî rê jê re xweşkiribûn da ku vê sîstema yekperest biçespîne.
Asta nerazîbûnê di nava civakê û siyasetê de çi qas e?
Nerazîbûneke mezin di nava civakê de, li parlamanê, di nava partiyan de di asta ferdan de heye. Lê belê gava civak nikaribe xwedî li xwe derkeve û helwêsta xwe, weke nimûne bi xwepêşandanan nîşan bide, maneya vê ne ew e ku civak razî ye. Lê belê sedem ew e ku sîstema Barzaniyan damezrandî her cûre nerazîbûnê û îfadekirina azadîxwaziyê qebûl nake. Weke çawa hin kes ji bo Bakur dibêjin, HDP û PKK êdî weke berê nikarin xwepêşandanan bikin û bizava azadîxwaz a Kurdistanê bi paş ve çûye; lê na ne wisa ye, hîç paşveçûnek li Bakurê Kurdistanê nîne, tevî sîstema eskerî ya Erdogan tevî MHP'ê ava kiriye. Heger îro em nerazîbûnên mezin ên ji Mesrûr Barzanî li Başûr nabînin, sedem sîstema eskerî ya Mesûd Barzanî damezrandî ye. Heta bi melayan, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî li parlamenê ji bilî PDK'ê, hemû li dijî wê rewşê ne ku Mesrûr Barzanî derxistiye holê, lê belê yekdestdarên hêzê her dengê azad weke êrişekê li dijî xwe dibînin.
Ev biryara dadgehê wê têsîreke çawa li siberoja azadiya ragihandinê bike?
Rewşa azadiya ragihandinê, medyaya azad û muxalefeta siyasî beriya vê biryarê jî xirab bû lê piştî biryarê di rewşeke gelekî xirabtir de ye. Tevî vê jî, du meydan hebûn û hîna jî hene ku PDK û YNK'ê nekarîne kontrol bikin. Yek jê medyaya civakî ye û ya din jî têkiliyên azadîxwazan in bi rêxistinên sivîl, demokrasîxwaz ên dinyayê û her wiha bi nûneriyên dîplomatîk ên li Başûrê Kurdistanê re. PDK bi rêya vê biryara ku tê de medyaya civakî weke delîlê sûc dît, wê her kirin û parvekirina di medyaya civakî de krîmînalîze bike. Bi heman rengî her hevdîtina bi rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî re yên ku behsa azadiyan dikin jî weke sûc nîşan bide. Her wiha her hevdîtina bi nûnerên dîplomatîk re jî wê karibe weke sûc bê dîtin.
Heta niha di warê mafê mirovan û azadiyan de civaka navneteweyî dikarî zextê li hikûmeta Başûr bike. Lê bi vê yekê re Mesrûr Barzanî wê bike ku kes newêribe di medyaya civakî de bipeyive û kes newêribe peywendiyê deyne bi nûnerên dîplomatîk re.