- Îtîrafkerê bi navê Ridvan O. bi giliyên xwe yên bi derewan bûbû sedem ku ji ber xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman doz li welatparêzên Kurd bê vekirin. Niha li dijî wî ji heman xala qanûnê doz hat vekirin.
PERVÎN YERLÎKAYA/STUTTGART
Îtîrafkerê bi navê Ridvan O. bi giliyên xwe yên bi derewan bûbû sedem ku ji ber xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman doz li welatparêzên Kurd bê vekirin. Niha li dijî wî ji heman xala qanûnê doz hat vekirin.
Doza li bajarê Elmanyayê Stuttgartê li Hepsa Stammheimê ya li dijî 5 Kurdan bi rûniştina 62ʼyan pêncşema bihurî dewam kir. Veysel S., Agit K., Özkan T. girtî û Cihan A., Evrim A. jî berdayî tên dadgehkirin.
Parêzerên Veysel S. di rûniştinê de got, heta muwekilê wî ji hepsê anîne hola dadgehê ya li hepsê bi xwe, gardiyanan zext lê kiriye û miameleyeke rûmeta mirovan bişkîne, pê re kirine. Parêzeran ji heyetê xwest pêşiyê li vê miameleyê bigire.
Ev her 5 kesên tên dadgehkirin ji ber îfadeyên Ridvan O. yê îtîrafkar ku ji ber derewên xwe êdî bi rehetî mirov dikare jê re bêbext yan jî îtîrafker bibêje. Di îftîrayên xwe de Ridvan O. gotibû ew hatiye revandin. Wî gelek caran jî gotibû, ew gerîla bûye, di nava xebatên rêxistinî de cihê xwe girtiye. Ji ber vê yekê niha doz lê hatiye vekirin. Parêzerên 5 Kurdistaniyên welatparêz ev yek di rûniştina pêncşemê de kirin rojev, û heyeta dadgehê jî ev yek piştrast kir.