Dosya girtiyên Behdînanê şandin Temyîzê

Sêşem 21 Kanûn 2021 - 22:42


  • Beşdar Hesen got, wan dosya girtiyên Behdînanê Mesûd Şengalî û Şêrwan Teha doh gihandiye Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê.

Parêzerê dosya girtiyên Behdînanê, Beşdar Hesen diyar kir ku dosya girtiyên Behdînanê Mesûd Şengalî û Şêrwan Teha yên ku beriya niha dadgeha Hewlêrê cezayê girtîgehê li wan birrîbû, şandine Dadgeha Temyîzê ya Herêmê.

Beşdar Hesen got, wan dosya girtiyên Behdînanê Mesûd Şengalî û Şêrwan Teha doh gihandiye Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê.

Beşdar Hesen daxwaz kir ku Dadgeha Temîzê biryara Dadgeha Duyemîn a Ceza ya Hewlêrê careke din di ber çavan re derbas bike û biryara berdanê ji bo her du girtiyan bide.

Roja 8’ê Mijdara 2021’ê Dadgeha Duyemîn a Ceza ya Hewlêrê li Şêrwan Teha du sal û şeş meh û li Mesûd Elî Şengalî jî sê sal û şeş meh cezayê hepsê birrîbû. 

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.