- Pêngava "Dostên Jîngehê" ya Gerînendetiya Jîngehê ya Bajarê Qamişloyê, li dibistanên bajêr dewam dike.
Pêngava "Dostên Jîngehê" ya Gerînendetiya Jîngehê ya Bajarê Qamişloyê, li dibistanên bajêr dewam dike. Gerînendetiyê 3'yê Nîsanê pêngava "Dostên Jîngehê" dabû destpêkirin. Pêngavê 7'ê Nîsanê de li dibistana Corc Gorgîs a qonaxa seretayî ya li herêma Cirnik a taxa Enteriyê pêk hat û li dibistana Îbrahîm Henano ya li taxa Enteriyê dewam dike.
Di çarçoveyê pêngavê de, li hemû dibistanan semîner li ser girîngiya paqijkirinê, parastina jîngehê, çandina daran û dûrketina ji kirinên xerab hatin dayîn. Xwendekar tevlî pêngavê bûn. Piştî ku hewşên dibistanan hatin paqijkirin şitil hatin danîn. Gerînendetiyê jî pênûsên rengîn dan xwendekaran.
Têkildarî pêngavê, endama Nivîsgeha Bîrbirinê ya Gerînendetiya Jîngehê, Xefşe Erefat got, li herêmê diyardeya avêtina çopê zêde li pêş bû, lewma wan dest bi hemleya hişyarkirina zarokan kiriye. Li dibistana Selahedîn û Hisên Hacî jî pêngav wê dewam bike.
ANHA/QAMIŞLO