Dostê celadên gelê Kurd

Şemî 14 Îlon 2024 - 00:33

Dewleta Tirk a dagirker û artêşa wê, bi hevkariya PDK û malbata Barzaniyan, êrişeke berfireh li ser Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Li bajarokê Çemçemalê yê Başûrê Kurdistanê, ciwanên Çemçemalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û artêşa wê û xiyaneta PDK’ê bi belavkirina poster û wêneyan û bi dirûşmeyên “Malbata Barzanî dijminê navxweyî û dostê celadên gelê Kurde” û “Gerîla hêz û baweriya me gelê Başûre” kampanyayek dan destpêkirin. Ciwanên Çemçemalê li nav bazara Çemçemalê, li bajarokê Şorişê, Pira Mame Rîşe û cihên giştî yên Çemçemalê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û xiyaneta malbata Barzanî gelek poster daliqandin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.