Dorpêçê jiyan rawestand

Duşem 27 Mijdar 2023 - 00:09

Li herêma Şehbayê ji ber dorpêça ku hikumeta Şamê dide meşandin sotemenî nemaye. Lewma Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê biryara rawestandina perwerdeyê da. Her wiha wesayît kar nakin û li malan jî ev 3 roj e elektrîk nîne. Desteyê têkildarî mijarê biryarnameyek derxist û wiha hate gotin:“Ji ber şert û mercên li kantona Efrîn û Şehbayê, nebûna sotemeniyê û rawestandina wesayîtan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê biryara rawestandina perwerdeyê li hemû dibistanan û peymangehên Şehîd Viyan Amara yên li kantonê heta demeke nediyar da.” Li kantona Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ev 3 roj e elektrîk bi temamî qut e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.