• Çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê li ber Konseya Ewrûpayê didome. Çalakî ji ber şewba koronayê wê hefteya bê bi dawî bibe. Hefteya dawî wê komeke qelebalix a bi qasî 300 kesî a ciwan û enternasyonalîstan nobetê dewr bigire.

Çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê li ber Konseya Ewrûpayê didome. Çalakî ji bo azadiya Rêber Apo pêk tê. Çalakî wê 4 hefteyan pêk bihata lê ji ber şewba koronayê wê di hefteya sisiyan de ango hefteya bê de bi dawî bibe. Doh aktîvîstên jin çalakiya xwe ya hefteyekê bi dawî kirin. Hefteya dawî wê komeke qelebalix a bi qasî 300 kesî wê dewr bigire. Ev koma ciwan û enternasyonalîstan e.
Di hefteya destpêkê nûnerên sazî û dezgehên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Rojhilata Navînî cih girtin. Di hefteya duyemîn de jî Tevgerên jinan cih girtin. 26ʼê Cotmehê ango Duşemê ciwan û enternasyonalîst wê çalakiyê dewr bigirin. Di dawiya hefteyê de jî gelek çalakî têne plankirin. Di van çalakiyên navbera rojên 28 û 30 Cotmehê de wê gel jî beşdar bibe. Ji çalakiyan re wê KCDK-E û TJK-E pêşengiyê bikin.
Di roja dawî ya çalakiyê de ango 30ʼê Cotmehê wê ji Meydana Kleberê meşek ber bi Konseya Ewrûpayê ve were organîzekirin. Di mîtîngê de jî wê endamên Koordînasyona Azadî ji Ocalan re biaxivin. Bi vî awayî, wê çalakiya 12ʼê Cotmehê li ber Konseya Ewrûpayê destpêkirî bi meş û mîtîngekê bi dawî bibe.

STRASBOURG