- Nobedarên hefteya 501'ê koma ji bajarê Cenevre yê Swîsreyê ye. Salîh Saglam, Cemal Altûnsoy, Erdal Taş û Devrîm Ûzûnboylû di nava komê de cih digirin.
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin û her hefte bi komeke cuda dewam dike, vê hefteyê bi koma NCDK-Cenevreyê didome.
Nobedarên hefteya 501'ê koma ji bajarê Cenevre yê Swîsreyê ye. Salîh Saglam, Cemal Altûnsoy, Erdal Taş û Devrîm Ûzûnboylû di nava komê de cih digirin.
Ji çalakgeran Salîh Saglam endamên YPJ û YPG'ê yên li Hesekê di têkoşîna dijî êrişên DAIŞ'ê de şehîd bûn bi bîr anî û hêzên ku DAIŞ'ê xwedî dikin şermezar kir.
Salîh Saglam diyar kir, ku bêdengiya saziyên Ewrûpayê tê wateya hevkariya vî sûcî û destnîşan kir ku gelê Kurd bi xwedîderketina li rêberê xwe wê ber bi azadiyê ve bimeşe.
Salîh Saglam bang li Kurdên li Ewrûpayê kir ku xwedî li çalakiyê derkevin û got, "Em ê teqez bi ser bikevin."
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê da destpêkirin, di sala 10'emîn de ye.
STRASBOURG