‘Don Kîxot’ ji Amedê çû Berlînê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 10 Nîsan 2022 - 22:06

  • Şanoya Bajêr a Amedê, berhema Cervantes Saavedra, Don Kîxot di tûrneya xwe Ewrupayê de nîşan dide.

Şanoya Bajêr a Amedê, berhema Cervantes Saavedra, Don Kîxot di tûrneya xwe Ewrupayê de nîşan dide.

Di çarçoveya tûrneyê de 9'ê Nîsanê lîstika Don Kîxot li Şanoya Gorkî ya Berlînê hate nîşandan û gelekî jê hate hezkirin. Di destpêka lîstikê de dema ku sonda destpêkirina şovalyetiyê hate xwarin, strana “Ez Xelef im” hate gotin. Piştre jî stranên “Lawikê Metînî”, “Bavê Fexriya” û “Mîro” hatin gotin.

Di lîstika Don Kîxot de Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Berfîn Emektar, Dîcle Guneş Yavûz, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz hunerê xwe pêşkêş dikin.

Şahabettîn Dag bi karakterê Sanço Panza rabû. Sanço yê zikmezin, bi giranî sist e û ji aliyê xwarin û vexwarinê ve kes weke wî nîne. Başiya Don Kîşot dixwaze, lê carna ji ber rewşên neerênî yên ku Don Kîxot wî dixe navê, poşman dibe.

Lîstikvan Ozcan Ateş jî di lîstikê de bi karakterê Don Kîxot radibe. Ozcan Ateş çanda Amedê û karakterê Don Kîxot digihîne hev û bi performansa xwe gelekî bal kişand ser xwe. Ji lîstikvanên Don Kîxot, Berfîn Emektar jî dema ku lîstikê şirove dike, dibêje, Don Kîxot ên vê serdemê jinên Kurd in.

Lîstika Don Kîxot di çarçoveya tûrneya xwe ya Ewrûpayê de 10'ê Nîsanê li Hambûrgê, 12'ê Nîsanê li Essenê, 14'ê Nîsanê li Kolnê, 15'ê Nîsanê li Frankfûrtê, 16'ê Nîsanê li Antwerpenê û 17'ê Nîsanê jî wê li Amsterdamê bê nîşandan.

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.