Doktor Bêrîtan şehîd bû

Pêncşem 4 Çile 2024 - 00:26

Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku Bêrîtan Tanya Fecir 12’ê Tîrmeha 2023’an li Bestayê şehîd bû û hat gotin ku bi jiyana xwe ya dilnizm û hevrêtiya xwe ya xurt di têkoşîna azadiyê de şopeke ku nayê jêbirin, hişt. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de wiha hate gotin:“Teqez bû ku 12’ê Tîrmeha 2023’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Bestayê de, hevrêya me Doktor Bêrîtan şehîd bûye. Hevrêya me Bêrîtan li gelek herêmên Botanê dema pêwîst dikir şervanek bi wêrek bû, carna şoreşgerek hêja û carna jî bijîjk bû. Weke mîlîtaneke bi wêrek a PKK û PAJK’ê berpirsyariyên xwe yên demê bi cih anîn. Hevrêya me Bêrîtan di her şert û mercî de birînên hevrêyên xwe dipêçand û ev yek weke wezîfeya xwe ya sereke dizanî. Di heman demê de bi kesayeta xwe ya dilnizm û kedkar, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêya me Bêrîtan li Zagrosan dest bi jiyana gerîlatiyê kir û li Botanê domand; bi tevlîbûn, manewiyata xurt, hevrêtiya ji dil û zanista kûr a azadiyê bû mîlîtaneke azad a Apoyî. Weke hevrêyên wê em soz didin ku di şexsê wê de em ê bibin layiqê hemû şehîdên xwe û têkoşîna ku ji bo me hiştî bi ser bixin. Bi van hestan di serî de malbata hêja ya hevrêya me Bêrîtan, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêya me Bêrîtan di nava malbateke ku eslê xwe ji Xelat a Bedlîsê ye, li Stenbolê jidayîk bû. Sala 2008’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Bêrîtan di pêvajoyên ku şer lê herî dijwar de, bû bijîjka şer. Ji çeperekî baz dida çeperekî din û hevrêyên xwe tedawî dikir. Ji bo ku hevrêyên wê kêliyekî jî êş nekişînin, bi hewldanek bê hempa bêyî ku raweste xebitî û ked da. Hevrêya me Bêrîtan bi saya kesayeta xwe ya xurt, hevrêtiya ji dil û pratîka xwe ya serketî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Di heman demê de xwe di hemû qadên jiyanê de berpirsyar dît. Xwe ji bo her hevrêyek xwe berpirsyar dît û bû mînaka mîlîtaniya Apoyî. Weke hevrêyek, bijîjk û şoreşgerek hêja di her şert mercî de ji hevrêyên xwe re xizmet kir. Bi jiyana xwe ya dilnizm û hevrêtiya xurt weke şopdara Doktor Amara û Doktor Ferzendeyan, di têkoşîna me û dilê hemû hevrêyên xwe de şopeke ku nayê jêbirin, hişt.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ne:

Bêrîtan Tanya Fecir (Selma Şavlig), li Stenbolê jidayîk bûye, 12’ê Tîrmeha 2023’an li Besta şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.