• Diyaloga Lubnanî-Kurdî:  Kongre girîngiyê dide bi redkirina siyasetên dagirkeriya Tirk li herêmê yên ji bo pêkanîna berjewendiyên weke avakirina "Osmaniya nû".

Kongreya diyaloga Lubnanî-Kurdî bi encamnameyekê bi dawî bû. Piştî minaqeşeyên bi du beşan ên roja yekşemê, encamnameya diyalogê ya ji 11 xalan hat eşkerekirin. 

Navenda Lubnanê ya lêkolîn û şêwermendiyan, Partiya Yekîtiya Suryanî ya Cîhanî, Weqfa Newroz a Çanda Civakî, Komeleya Wekhevî-Werde Butris û Weqfa Jîn a Jinan bi diruşmeya" Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve"  li paytexta Lubananê Beyrûtê kongreya

Diyaloga Lubnanî-Kurdî bi rê ve biribû.

Di kongreyê de zêdetirî 70 delegeyî ji her devera Lubnanê, ji her nasname, netewe, ol û pêkhateyan amade bûn.

Di beşa yekê ya kongreyê de, behsa krîz û dozên gelên herêmê hat kirin, di beşa duyem de jî behsa çareseriyên bingehîn ên aloziyan hat kirin.

Di encamnameyê de jî hat gotin:

"Ev kongre di qonaxeke dîrokî ya girîng ji bo Lubnan û herêmê de pêk tê. Di encama krîzan heyî de sîstema global hewl dide ji krîza heyî derkeve, ew jî bi rêya nexşekirina jinûve ya sînorên herêmê ji aliyên siyasî, civakî, çandî û erdnîgarî ve û dûrî vîna gelên herêmê.

Digel vê krîz û aloziyê, me gelek dozên Lubnanê û herêmê nîqaş kir, me girîngî da nasnameya rasteqîn a pêkhate û gelên herêmê. Pêkanîna kongreyê bi xwe hewldaneke ji bo lêgerîna li çawaniya derketina ji vê krîza neteweyî, olî û pêkhatî ya ku netewedewlet li dijî jiyana hevbeş a gelan pêk tîne.

Di kongreyê de hate misogerkirin ku çareserî di pêkanîna biratiya gelan û pirrengiya çand, nasname û yekitiya jinan de ye. Her wiha rizgarkirina ji rewşa biyanîbûnê bi vegera li ruhên dîrokî, çandî û şaristanî ya li herêmê ye û ji ber wê divê ev yek pêk werin;

11 xalên encamnameya Diyalogê

- Kongre soz dide ku ew ê çanda hevqebûlkirin û îtîrafa bi hemû netewe, çand û pêkahteyan bike û wê weke dewlemendiyekê bibîne.

- Kongre teqez dike ku rêya çareserkirina doz û nakokiyên li Lubnan û Rojhilata Navîn, diyalog e, ne bi rêya ceng û şerê çekdarî ye. Li ser wê teqez dike ku projeya "Neteweya Demokratîk û dewleta hemwelatîbûnê" ji bo avakirina siberoja herême bingeh e, navenda aştî,  demokrasî û azadiyê ye.

- Armanca kongreyê parastin û bipêşxistina nirxên çandî, demokratîk, civakî û siyasî yên hevbeş ên gelên herêmê ye.

- Kongreyê girîngiya bipêşxistina diyaloga çandî ya dîrokî di nava gel, nasname, çand û baweriyên li Lubnanê de piştrast kir û ji bo wê daxwaza avakirina komîteyekê ji rewşenbîran dike.

- Kongre siyasetên dewletan ên derxistina dijminatiyê di navbera gel û nasnameyan de, bi rêya komên neteweyî, pêkhate û olî, teşhîr dike.

- Kongre piştgiriyê dide azadiya jinê û beşdariya wê di hemû waran de.

- Kongre girîngiyê dide bi redkirina siyasetên dagirkeriya Tirk li herêmê yên ji bo pêkanîna berjewendiyên weke avakirina "Osmaniya nû".

- Kongre soz dide ku têkoşîna li dijî siyasetên navendî dewam bike.

- Kongre bawer dikee ku demokrasî û piştdayîna nimûneyên nenavendî yan jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo sazûmaniyên rêveberiyê garantiya bipêşxistina azad li welat e.

- Kongre dibîne ku pêwîstiya dewleta hemwelatîbûnê ya nû, têkliyên di navbera gelên Kurd û Ereb û hemû gel û pêkhateyên de ye, bêyî ku mafê ti kesî bê binpêkirin.

- Armanca kongreyê israrkirina li ser pêkanîna diyalog û nîqaşan di dema nakokiyan de dike.

BEYRÛT