Jinên Kurd civakê diguherînin

Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 03:15

  • Dr. Nelly Jazra anî ziman ku lêgerîna jinên Kurd a li mafên xwe bi têkoşîna li dijî mêtingeriyê tê meşandin û got, "Mafên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin li dijî zext û serîtewandinê dikare ji bo paşeroja jinên Sûriyeyî bibe mînak.''

Li Rojhilata Navîn jin ne tenê li hemberî newekheviya zayendî ya civakî, her wiha li dijî zextên siyasî, zordariya çandî û polîtîkayên mêtingeriyê têkoşîneke piralî dimeşînin.

Ji Cezayîrê heta bi Fîlîstînê, ji Îranê heta bi Kurdistanê li erdnîgariyeke berfireh ji perwerdeyê heta bi temsîliyeta siyasî, ji azadiya lixwekirinê heta bi berxwedana çekdarî li gelek qadan lêgerîna jinan a li mafên xwe dewam dike. Jin di heman demê de daxwaza azadiyê dikin ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' şênber bûye. Yek ji lêkolînerên ku van têkoşînan di asta akademîk de lêkolîn dikin Dr. Nelly Jazra ye.

Akademîsyena ji Lubnanê ku di bin sîwana Komîsyona Ewropayê de dixebite, beriya niha bi demekê pirtûka xwe ya bi navê 'Têkoşîna Jinan' weşand. Bi vê pirtûkê re bal kişand ser berxwedana jinana  li Rojhilata Navîn bi taybetî jî rola jinên kurd a li Rojava.

Dr. Nelly Jazra ku axivî, di pirtûka xwe de diyar kir ku jinên Kurd ji bo parastina mafên xwe rahiştine çekê.

Di vê der barê de got, "Belê, bi taybetî têkoşîna jinên Kurd ne têkoşîneke tenê vê sedemê ye, xwe dispêre demên berê, ji ber ku Kurd weke gel ti carî nehatin qebûlkirin. Di dema parçebûna Rojhilata Navîn a ji aliyê rêveberiyê ve Kurd li nava gelek welatan belav bûn: Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye.

Ji ber vê yekê weke gelekî nekarî bibe yek û dewleteke serbixwe ava bikin. Mînak; Ermenan piştî qirkirinê Ermenistan ava kirin û bûn xwedî dewlet. Lê belê Kurd nehatin naskirin. Ev yek jî bi taybetî ji ber bûyerên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li Tirkiyeyê qewimîn.

Lewma têkoşîna gelê Kurd gelekî dirêj dewam kir û jin jî tevlî nava vê têkoşînê bûn. Jin bi mêran re di asta wekhev de hatin naskirin; vê yekê jî derfet da wan ku perwerdeyê werbigirin, çekê bi kar bînin û bi mêran re di nava heman şert û mercan de têbikoşin. Lê belê piştî ku li herêmên Kurdan komên olperest ên tundrew rû dan ku qanûnên xwe ferz kirin, ev têkoşîna jinan hîn xurt bû. Ev pêvajo hîn giran derbas bû. Ez jî di pirtûka xwe de bi taybetî qala vê beşê dikim. Jinan xwe bi rêxistin kirin û ji bo mafên xwe têkoşiyan."

Dr. Nelly Jazra anî ziman ku jinên Kurd bûn mînakek, ji ber ku têkoşîna wan ne tenê rahiştina çekê ya ji bo parastina gelê xwe bû û got, "Di heman demê de dixwestin weke jin hebûna xwe bidin qebûlkirin. Bêguman ji bo hemû jinan rewş bi vî rengî nîne. Em hîn jî di nava sîstema baviksalariyê de ne û serweriya mêr gelekî xurt e lê belê bi rêya vê serhildanê jinan xwestin ne tenê weke şervan, lê weke jin bêne naskirin. Xwesetin tevlî nava civakê bibin û bibin hevparê desthilatdariyê."

Têkildarî berxwedana jinan a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî Dr. Nelly Jazra got, "Belê rewşa jinên Îranî gelekî zehmet e, lê belê ew gelekî wêrek in. Di demekê de ku zextên gelekî giran dihate kirin daketin qadan.

Qetilkirina Jîna Emînî bû sedem ku tevgereke gelekî xurt destpê bike û beşeke mezin a gel piştgirî da vê tevgerê. Ev raperîn di heman demê de encamek ji helwesta rejîmê bû ku jin bêdeng dikir, nedihişt bi rengekî azad biaxivin û serê xwe binixumînin. Li vê derê, yanî li Îranê serînuxmandin sembolek e: Sembola serîtewandin û zextê ye. Lewma têkoşîna jinan hêsan nîne û wêrekiyê ji wan re hêvî dikim."

Di dawiya axaftina xwe de jî Dr. Nelly Jazra destnîşan kir ku mafên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin li dijî zext û serîtewandinê dikare ji bo paşeroja jinên Sûriyeyî bibe mînak.”

ANF/SERKAN DEMÎREL/BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.