Diyaloga Kurdî-Erebî stratejîk e

Pêncşem 6 Çile 2022 - 02:34

Nûnera MSD’ê ya li Misrê, Leyla Mûsa da zanîn ku diyaloga stratejîk a di navbera Kurd û Ereban de dê doz û krîzên herêmê çareser bike û diyar kir ku hevbendiya di navbera her du gelan de dê nakokiyên ku dewletên derve ji bo pêkanîna projeyên xwe yên dagirkeriyê ava kirine, lawaz bike.

Leyla Mûsa li ser pirsa min a li ser mijarê got, “Ev bijarte - diyaloga Kurd û Ereban - ne dijwar e û ne jî wisa ye ku neyê pêkanîn. Berovajî tecrûbeyek heye û gelek destketî hene. Ew jî tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e. Her wiha Rêveberiya Xweser, QSD û pêkhateyên din ên gelê Sûriyê di aştiya şênî, mozayîka civakî, jiyana hevbeş, têkoşîna li dijî terorê, têkbirina wê û sekna li hemberî gelek projeyên mêtingeriyê di sêrî de projeya Erdoganê Osmanî û Hîlala Şîî ya Îranê de bi roleke mezin rabû. Bi saya vê hevbendiyê û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev herêm tên birêvebirin. Lê herêmên din ên Sûriyê rûbirûyî kiryarên tirkkirin û şîîkirinê ne.

Ji ber wê divê gelên Ereb û Kurd vê derfetê bi kar bînin, bibin yek û hevbendiyeke stratejîk ava bikin. Ev yek jî dibe garantiya mayîna wan li gel birayên xwe yên pêkhateyên din û li gorî projeya neteweyî ku rêgezên şoreşê diparêzin, azadî, demokrasî, edaleta civakî, jiyana birûmet misoger dikin, welatê xwe bi rê ve bibin.

Dema li ser tecrûbeya sûrî diaxivim, ne tenê behsa têkiliya di navbera gelên Kurd û Ereb ên li hundirê Sûriyê, dikim, lê belê behsa tevahiya gelên Ereb û Kurd dikim. Ji ber xeterî ne tenê li ser Sûriyê ye, lê belê li ser tevahiya herêmê, dewletên herêmê û heta li ser dewletan e ku projeyên wan li herêmê hene. Bi serketina tecrûbeya li Sûriyê re, derfet li tevahiya welatên herêmê çêdibe. Her wiha parastina ewlehiya neteweyî û nîştimanî ya her gelekî bi prastina ewlehiya neteweyî û nîştimanî ya gelekî din ve girêdayî ye.”

CÛDÎ ÎSMAÎL/ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.