Diyalog şert e

Duşem 30 Mijdar 2020 - 23:13

Heyeta KNKʼê ya bi serokatiya hevserokê KNKʼê Ehmed Qeremûs li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe didomîne. Nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanê jî ji rojnameya me re peyivîn. Giş hemfikir in ku divê berî her tiştî diyalog hebe û Kurd li dora maseyê rûnin û pirsgirêkan çareser bikin.

Nûnerê Tevgera Gorran Meran Saleh bal kişand ser girîngiya çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalogê û got, “Em şerekî nava Kurdan qebûl nakin û ji bo ev nebe em ê îmkanan heta dawiyê bi kar bînin. Sîleha me ya herî mezin demokrasî û diyalog e. Ji bilî PDKʼê ti partiya Başûrê Kurdistanê şer naxwaze. Biryara şer divê biryara Meclîsa Hukûmeta Federal a Kurdistanê be. Lê malbata Barzanî hukûmet xistiye destê xwe û çawa dixwaze wilo rêve dibe.” Herweha Saleh got, “Mixabin PDK wê şerekî bi wekalet bike. Li ser navê tirkiyê wê Kurdan bikuje. Ji ber vê, wê gelê me bibe xelekek û li dijî şer raweste û rawestîne.”

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistan (TNK-S) Sûrî Dr. Rizgar Qasim jî gotina Mesûd Barzanî ya weke “rijandina xwîna Kurdan heram e” bi bîr xist û xwest Barzanî xwedî li gotina xwe derkeve û got, nebin piyonê dewleta Tirk.

Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fikret Îgrek jî qala şerê dewleta Tirk li dijî Kurdan kir û got, destketiyên Kurdan hemû armanca êrişên dewleta Tirk e, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne. Dewleta Tirk tişta nekarî DAIŞ bike dixwaze PDKʼê bigire cem xwe û pêk bîne.

Serokê Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind hişyar kir ku wê şerê nava Kurdan xisaretek mezin bide Kurdan û got, wê kes nikaribe ji bin webalê vî gunehî rabe. Dijmin bi stratejiyeke hevpar tevdigere û divê Kurd jî bi stratejiyeke hevpar tevbigerin. n

POLÎTÎKA AZAD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.