Komxebata Tifaqa Kurdistanî bal kişand ser êrişên li Başûrê Kurdistanê û got, "Roj roja yekîtiya neteweyî ye. Roja parastin û pêşvebirina destketiyan e."
Partî û rêxistinên Komxebata Tifaqa Kurdistanî têkildarî êrişên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya ku işaretê bi girîngiya diyalogê dike wiha ye: "Di  pêvajoya têkoşîna azadî û sexwebûna neteweya Kurdan de, em bi xemgînî û bi şik dibînin ku hinek welatên dagirker, bi hewldanên provakatîf  nakokiyên navbera partiyên Kurdan kûrtir dikin û dixwazin li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin.
Pêvajoya têkoşîna azadî û serxwebûna neteweya Kurd, di asteke hesas de dibore û ev rewş xwedî hinek firsendin jî. Ger ji pêla bi kar anîna firsenda, kûrkirina nakokiyan bê domandin û bibe sedema şer, ev rewş wê bi gelê Kurd jî, bi siyaseta Kurd jî bide windakirin.   
Di serî de divê partiyên Kurd, di warê mudaxeleyên provakatîf de baldar bin û bi hewldanek berpirsiyarên xwe yên dirokî, rêbaza parastina berjewendiyên neteweyî de karibin li gel hev tevbigerin. Banga me ew e ku, rê li ber şerekî nava Kurdan bê girtin, lewra şerê di nevbera Kurdan de, duh jî ne li gor berjewendiya Kurdan bû û îro jî ew ê ne li gor berjewendiyên Kurdan be, tenê wê bi kêrî dagirkerê Kurdan bê.
Rêya çareserkirina nakokiyên navbera Kurdan diyalog e, ji ber vê yekê em bang li aliyan dikin ku diyalogê wek rêya çareserî bibinîn û pirsgirêkan çareser bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN