Dixwestin cezayê girantir bidin

Sêşem 28 Gulan 2024 - 02:55

  • Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir rêveberiya AKP-MHP-Ergenekonê li ser armanca tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ava bûye, heke bi ser biketana di Doza Kemînê ya Kobanê de wê cezayê girantir bidana rêveberên HDP’ê lê cezayê ku plana wê kiribûn nekarîn bidin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Gel re axivî. Karayilan di axaftina xwe de bal bire ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, tecrîd weke ‘sîstema şer’ bi nav kir û got û got tecrîd sedema xizanyê ye: ’’Pirsgirêka herî esas û girîng a Tirkiye û Kurdistanê, sîstema Îmraliyê ye. Yanî tecrîd û sîstema qirkirinê ya li ser Kurdistanê ye. Sîstema Îmraliyê, sîstema şer e. Îro tê zanîn li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gel di nava xizaniyê de dijî, di nava birçîtî û hejariyeke giran de ye. Sedemê vê yê herî bingehîn şer e. Şer jî li ser bingehê sîstema Îmraliyê tê meşandin. Lewma sîstema qirkirin, êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê, sedemê xizaniya gelên Tirkiye û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiye û Kurdistanê ye.’’

Qanûnên xwe binpê dikin

Karayilan bi domdarî destnîşan kir dewleta Tirk qanûnên xwe binpê dike û domand, ‘’Dewleta Tirk ji bo bêhiqûqiyê binixumîne, ketiye nava hewldanên cur be cur. Her kes jî dizane ku tam 38 meh in, agahiya ti kesê ji Îmraliyê nîne. Çawa ku di qanûnên Tirkiyeyê de cihê vê nîne, di ti qanûnên gerdûnî de jî cihê wê nîne. Yanî ew bi xwe qanûnên xwe binpê dikin.’’

AKP-MHP ji bo tasfiyeyê ava bûye

Karayilan diyar kir rejîma AKP-MHP-Ergenekonê ji bo li Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê pêk bînin mîna tifaqeke dijî Kurdan, derketin holê, ji bo tevgera azadiyê bi temamî tasfiye bike û destketiyên gelê Kurdistanê ji holê rake, ev rejîma qirker-faşîst ava bûye û domand, ‘’Ji ber vê jî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê heye. Dîsa şerê berfireh ê li dijî gerîla bi vê armancê tê birêxistinkirin. Di sala 2016'an de meyla ber bi siyaseta Kurd a zagonî-demokratîk û pêla girtinê li ser heman bingehê pêk hat. ‘’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir armanca AKP-MHP’ê-Ergenegokê ew bû ku cezayên girantir bidin û domamdn,’’Eger rejîma AKP-MHP-Ergenekonê bigihişta armanca xwe, yanî eger karîbûna tevgera azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bikirana; Eger bikarîbûna sekna Rêber Apo û hevrêyên li zindanan, berxwedana gerîla û helwesta gelê me ji holê rakirana, wê cezayê girantir bidana girtiyên HDP'yî. Lê çi bû? Nekarîn Tevgera me ya Azadiyê têk bibin; Êrîşên pir mezin pêk hatin. ‘’

Diviya Erdogan bihate cezakirin

Karayilan anî zimên diviya Erdogan bihata cezakirin û seema wê jî wiha got: ‘’Bi rastî eger hiqûqeke bêalî hebûya, diviyabû ne Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û rêveberên din ên HDP'yî berovajî diviyabû Erdogan ji ber bûyerên 6-8 'ê Cotmehê bihata cezakirin. Çima? Ji ber ku Erdogan bi xwe hat Dîlokê û got, "Kobanê ket, wê bikeve." Van gotinan di nava civakê de acizî çêkir û civak daket kolanan.’’

Kê Hîzbûllah derxist kolanan?

Karayilan bal bire ser Hîzbûllahê û got,’’Mijareke din jî derketina Hîzbûllahê ya wê demê ye. Çima û çawa derketin holê; Gelo hinek li wan xistibû; kî yên li wan xistine teşwîq kir; Kê ferman da Hîzbûllahê ku bi çekan dakeve kolanan? Ev jî mijara lêkolînê ne. Ji ber ku, bi qasî ku em dizanin niyeta kesî nebû ku Hîzbûllahê bike hedef. Di esasê de mirovan xwestin destekê bidin Kobanê. Armanca gel ev bû. Lê kî ew tehrîk kirin û çima ew bûyer pêk hatin; Ev alî nehatiye ronîkirin.’’

Cerdevan derxistin kolanan

Karayilan her wiha bi bîr xist ku bi êrîşa cerdevan û polîsan welatparêz şehîd bûne û got,’’Dîsa li hin cihan cerdevan daketin kolanan û gel gulebaran kirin. Hin şehadet ji ber van êrîşan pêk hatin. Dîsa di encama êrîşa polîsan de jî gelek şehîd çêbûn. Her ku polîsan mirovên me qetil dikir, gelê me yê welatparêz jî bi hêrseke mezintir daketin kolanan. Mirovên me bi vî awayî hatin şehîd kirin. Ez hemû mirovên me yên di wê berxwedanê de şehîd bûne, bi rêzdarî bibîr tînim.

Tayyîb derewan dike

Karayilan anî zimên  berpirsyarê van hemûyan rejîma AKP'ê û Erdogan bi xwe ye, bi we sûc kirine, lê dixwazin bi vê dozê re endamên HDP'ê sûcdar bên nişandan û got,’’Çend roj berê Tayyîp Erdogan got, "Ew li dijî dewletê serî hildane, sûcdar in." Bi awayekî eşkere derewan dike. Tiştekî bi vî rengî tine bû.

Rêber Apo tansiyon kêm kir

Baş e wê demê kî ev tansiyon xist? Di encama hewldanên Rêber Apo de ev tansiyon hat xistin. Dîsa tevgera me û endamên HDP'ê di vî alî de ketin nava hewldanan. Ji ber ku wê demê ji aliyekî ve berxwedana Kobanê hebû, li aliyê din jî pêvajoya muzakere û diyalogê hebû. Ji ber vê yekê aliyê Kurd tansiyona ku bilind dibû, kêm kir. 

Sûcdar rejîma faşist e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan têkilî mijarê anî zimên ,’’Di esasê de ji bo tesfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û tasfiyekirina hemû destketiyên gelê Kurd, her wiha ji bo çavtirsandina gel, ji bo careke din kes qala Kurd-Kurdistanê neke û têkoşîna demokrasî û azadiyê neke, plan kirin ku cezayên giran li rêveberên HDP'yî bibirin. Lê belê plana wan bi ser neket û ji bo vê jî niha xitimîne.’’ Û got,’’Yên ku ev sûc kirine, ne endamên HDP'ê û gelê Kurd in; Ev rejîma faşîst bi xwe ye.’’

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.