BAZÎD EVREN / MA / AMED
Rojnamevan û Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, têkildarî rewşa rojnameger Silêman Ehmed ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Ertaş, anî ziman ku PDK weke AKP’ê tevdigere û destnîşan kir ku çawa di salên 90’î de rojnamevanên Kurd ku rastî derdixistin holê direvandin, winda dikirin, qetil dikirin, niha jî PDK bi heman rêbazê tevdigere. Ertaş, diyar kir ku PDK îro li gorî peymana hikûmeta Tirkiyeyê tevdigere û ji ber ve yekê polîtîkayên Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê jî di meriyetê de ne. Ertaş, da zanîn ku PDK di rêya AKP’ê de diçe û got:“Edîtorê Rojnewsê dema ku di 25’ê cotmehê de li ba malbata xwe ya Helebê vegeriya, li Sêmalkayê ji aliyê PDK’ê ve hat binçavkirin. Hefteya ewilî gotibûn ‘Ehmed li cem me ye.’ Di 2’yê çileyê de parêzeran serlêdan kiribûn û dadgehê gotibû ku hûn dikarin biçin bibînin. Lê rayedarên PDK’ê destûr nadin. Li gel ku Silêman Ehmed di destê wan de ye jî, destûr nadin ne malbat ne jî parêzer biçin cem wî. Dixwazin wî winda bikin. Divê hemû rojnameger li hempîşeyê xwe xwedî derbikevin û bibin dengê Silêman Ehmed. Di aliyê hiqûqî, siyasî û rojnamegeriyê de hewce ye dengê wî bilind bikin û li her derî belav bikin. Di serî de komele û sendîkayên rojnamegeran mafên wî biparêzin. Sendîkayên navneteweyî divê mafên wî biparêzin. Em jî bang dikin ku bila rojnameger Silêman Ehmed tenê nehêlin û li wî xwedî derbikevin. Em binçavkirin û windakirina wî şermezar dikin. Em dixwazin PDK dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde û Silêman Ehmed serbest berde.”