Dixwazin wî dersînor bikin

Şemî 17 Gulan 2025 - 02:45

ERDOGAN ZAMUR

Serlêdana îltîcayê ya Baban Alî ku li Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer kir û milekî xwe jidest da, li Swîsreyê hate red kirin. Alî yê ku li navenda dersînorkirinê tê ragirtin, tê xwestin bişînin Iraqê. Hevrêyên wî ji bo biryara dersînorkirinê bi rawestandin, dest bi kampanyayê kirin.

Têkoşîna Kurdan a li dijî zilmê, di sedsala 21’an de jî didome. Di demeke ku tarîtiya DAIŞ’ê Rojhilata Navîn serûbin dikir, Kurdan ne bi tenê ji bo xwe, ji bo mirovahiyê berxwedaneke mezin raber kirin. Bi taybetî li Şengal û Rojava bi hezaran ciwanên Kurd şehîd bûn. Ji wê zêdetir jî birîndar bûn. Yek ji wan jî Baban Alî ye ku di sala 1991’an de li navçeya Qeladizê ya bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê jidayîk bûye.

Di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bû

Di sala 2015’an de tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Şengalê bû. Di meha Çile ya 2015’an de di şer de bi giranî birîndar bû û milekî xwe jidest da. Di milê din de jî hin tiliyên wî jê bûn. Bi tenê birîndariya wî ya fizîkî na, ji aliyê ruhî jî gelek bandor li ser çêbûn. Alî di meha Sibatê ya 2016’an de bi armanca tedawiyê hate Swîsreyê û li vir serlêdana îltîcayê kir. Lê saziyên Swîsreyê, piştî salan serlêdana wî red kir. 14’ê Gulanê roja Çarşemê, li kampa penaberan a lê dima hate binçavkirin û ew birin navenda şûnde şandinê.

Ewlekarî û tenduristî di xeterê de ye

Di daxuyaniya ku ji aliyê hevrêyên Baban Alî ve hat kirin îşaret bi rewşa tenduristiyê ya Alî hate kirin û hate gotin:’’Baban Alî Kurdekî ji başûrê Kurdistanê ye. Li Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer kiriye û yek ji wan kesan e ku xelkê Êzidî ji tinebûnê rizgar kir. Di meha Çileya 2015’an de bi giranî birîndar bû û milek xwe jidest da. Milekî protez jê re hate çêkirin. Hîn jî li Swîsreyê tê tedawî kirin. Li Iraqê derfetên dermankirinê tine ne. Şandina wî ya cihekî ku kesên li dijî DAIŞ’ê şer kirine têne şopandin û metirsiya êşkenceyê lê heye, gelekî xeter e. Dersînorkirina wî hem wê tenduristiya wî hem jî ewlekariya wî bixe nava xeteriyê.’’

Swîsre xwedî li nirxên xwe derkeve

Hevrêyên Baban Alî destnîşan kirin ku ew zêdeyî 9 salan e li Swîsreyê jiyan dike û entegreyî jiyana vir bûye, ti bûyereke ku wî weke sûcdar nîşan bide jiyan nekiriye û ev bang kirin:’’Divê tavilê Baban Alî serbest bê berdan. Divê karên dersînorkirinê ya wî bên rawestandin. Divê rewşa wî ya tenduristiyê û travmayên ku jiyan dike di pêşçavan re bê derbaskirin û pêvajoyeke adil bê meşandin.’’

Kampanyaya FreeBaban

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku şandina wî ya welatekî ku kesekî li dijî DAIŞ’ê ji bo mirovahiyê şer kiriye wê bikeve xeteriyê, hem ne hiqûqî ye hem jî ne wicdanî ye. Bi armanca pêşîgirtina dersînorkirina Baban Alî li platforma change.org’ê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. 

Yên ku dixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê dikarin ji ser vê lînkê îzmeyên xwe bavêjin:https://chng.it/SJGy9sK44w

Herwiha ji ser medya dijîtal jî kampanyaya bi etîketên #FreeBaban, #KeineAusschaffung, #StopDeportation kampanyaya piştgiriyê tê birêvebirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.