Dixwazin Ocalan bi saxî veşêrin

Duşem 13 Gulan 2024 - 02:45

  • Hîndekara Zanîngeha Reading a Îngilistanê Dr. Deepa Driver diyar kir ji tecrîda li ser Rêber Ocalan ne tenê Tirkiye, her wiha Konseya Ewropayê jî berpirs e, destnîşan kir tê xwestin ku Ocalan bi saxî veşêrin û got ew ê nehêlin ku ev were serê vîzyonerê ku girtîgehê de pirtûk nivîsîne.

SERKAN DEMÎREL/ ANF / BRÛKSEL

Rêber Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê tê girtin û 38 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Pêngava ku di 10'ê Cotmehê de di asta navneteweyî de bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' dest pê kir, bi piştgiriya kesayetên li cîhanê naskirî mezin û berfireh dibe.

Beşdarên pêngavê li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan nerazîbûnê nîşan didin û di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bang li saziyên erkdar dikin ku bi erka xwe rabin.

Hîndekara Zanîngeha Reading a Îngilistanê, Alîkara Serokê Komeleya Parêzerên Sosyalîst Haldane ya Qraliyeta Yekbûyî û Dîrektora Saziya Civaka Sivîl Finance Watch Dr. Deepa Driver têkildarî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Ewropa ji tecrîdê berpirs e

Dr. Deepa Driver nerazîbûn nîşanî şert û mercên tecrîdê yên li dijî Abdullah Ocalan da û anî ziman ku yekane berpirsyarê tecrîda Îmraliyê dewleta Tirk nîne, her wiha saziyên erkdar ên bêdeng dimînin jî berpirsyar in. Dr. Deepa Driver got, "Şert û mercên ku Birêz Ocalan tê de ne, ne tenê neserketiya Tirkiyeyê û rîskên mezin ên li ser gelên Tirkiyeyê nîşan dide; di heman demê de lawaziya welatên Konseya Ewropayê nîşan dide ku di mijara bicihanîna mafên mirovan de di kîjan astê de ne."

Em nizanin Ocalan li kû ye

Dr. Deepa Driver anî ziman ku bi tecrîda  Îmraliyê re di heman demê de li pêş çavên cîhanê edalet tê tinekirin û got, "Tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan, ragirtina di incomunicadoyê, radixe pêş çavan ku nêzîkatiyên bi vî rengî li pêş çavan dikarin bêne kirin. Ev rewş ne tenê tê kirin, bêguman hewl didin Birêz Ocalan bi saxî veşêrin û hîn em nizanin bê li Îmraliyê ye, yan jî li devereke din e.

Sê sal in danûstandin bi Birêz Ocalan re nehatiye kirin. Ev tecrîd di heman demê de tê wateya binaxkirina dadê. Ji ber ku em dibêjin, em ê nehêlin ku ev yek bê serê vîzyonerekî mezin ku li girtîgehê jî gelek pirtûk nivîsî ye."

Saziyên erkdar bêdeng in

Dr. Deepa Driver diyar kir ku tecrîd li Îmraliyê gihîştiye asteke bilind, lê tevî vê jî saziyên erkdar xwe li bêdengiyê datînin û got, "Tişta ku em niha pê re rû bi rû ne ew e ku em xwedî gelek saziyên navneteweyî ne ku wezîfeya xwe pêk nînin. Gelek gotinan dibêjin, lê belê dema ku tiştekî rasteqîn divê li hemberî vê rewşê bê kirin, kiryar nîne. Lewma em xwedî van saziyan nebin jî dibe.

Têkilî bi temamî qut bûye

Em xwedî gelek organan e ku mîna ku girîngiyê didin dadê nêzîk dibin, mîna ku girîngiyê didin mafên mirovan nêzîk dibin. Lê belê Birêz Ocalan sê sal in di bin rewşeke welê de ye ku têkilî bi temamî hatiye qutkirin. Em hemû bi vê rewşê zanin, Konseya Ewropayê zane, her kes di vê mijarê daxuyaniyê didin, mirov li televîzyonan diaxivin, lê di pratîkê de çi dikin? Ev siyasetmedar çi dikin û di hilbijartinên Ewropayê de em çima divê wan ji nû ve hilbijêrin?"

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.