PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şande bajarokê Qesrê û Hacî Umeranê. Çavkaniyek taybet di nava Wezareta Pêşmergeyan de ji Rojnews re got; “Agahiya wezaretê ji liv û tevgera vê hêzê nîne.”

Doh serê sibehê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hêzek mezin bi wesayîtên leşkerî û çekên giran, ber bi Hacî Umran û bajarokê Qesrê yên ser bi Herêma Balekayetî ya ser bi Hewlêrê ve şand.

Li gorî agahiyan, ew hêz ‘Hêza Topxane ya Şewlewayê ye û çekên giran li gel wan hene. Li ser vê mijarê çavkaniyek taybet ji Wezareta Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê ku nexwest navê xwe bide, ji Rojnews re axivî ûgot; “Em ne agadarî liv û tevgera vê hêzê ne û ev hêz ne girêdayî Wezareta Pêşmergeyan e.”

Cîgirê serokerkan yê operasyonên Wezareta Pêşmergeyan Lîwa Qehreman Kemal jî li ser liv û tevgera vê hêzê li ser malpera xwe ya facebokê nivîsek parvekir. Qehreman got; “Ti hêzek Wezareta Pêşmergeyan neketiye nava liv û tevgerê û agahiya me ji liv û tevgera vê hêzê nîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN