Dag û Er, li dijî zextên PDK’ê ev 47 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne. Ew li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, 46 rojên greva birçîbûnê li pey xwe hiştin û ketin roja grevê ya 47´an. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dag hingê got, her diçe siheta canê wan xirabtir dibe: “Rêveberiya girtîgehê, ev 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin, ‘li nexweşxaneyê bijîşk tine ne û derman tine ne.’ Me avêtine ber mirinê. Abdûrrahman 20 kîlo li xwe kêm kirine. Tenduristiya canê wî nebaş e.” Dag hingê gotiye, wî jî 10 kîlo li xwe kêm kirine û nikare zêde biaxive.

Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Bidarvekirinê, derbarê rewşa Mazlum Dag û Abdurrahman Er de got, li gorî xizmên Dag û Er ragihandine, vîtamîna B1 ya ku divê bidin çalakgerên di greva birçîbûnê de, nadin wan û dan zanîn ku her duyan jî gelekî li xwe kîm kiriye û li xwe şikandiye, û her du jî nikarin rabin ser xwe. Înîsiyatîfê her wiha destnîşan kir ku ew nikarin xwe bigihînin rayedarên girtîgehê û hewldanên parêzeran jî bê encam dimînin.

PDK berpirsiyar e

Di 30’ê Hezîranê de Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên dijî zextên PDK’ê di greva birçîbûnê de ne, daxuyaniyek weşand û got, “PDK li beramber tenduristî û jiyana Mazlum Dag û Abdurrahman Er berpirsyar e û divê beriya rewş xirabtir bibe, dev ji siyaseta tecrîd û daxwazên Tirkiye yên li ser Dag û Er berde. Divê her kes li dijî siyaseta PDK’ê xwedî helwêst be.”

Bibin xwedî helwêst

Di 1’ê Tîrmehê de KNK’ê jî derbarê Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên di greva birçîbûnê de bi daxuyaniyekê bang li Rêveberiya Hewlêrê kir û got, “Bangawaziya me destpêkê li hikûmeta Hewlêrê û hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetiyên elaqedar in bi parastina mafê kesên girtî, ew e ku bibin xwedî helwêst da ku mafê girtiyekî di zindanê de çi be, her du ciwan jî xwedî heman mafan bin.”

NAVENDA NÛÇEYAN