Dixwazin bîrdanka netewî ji holê rakin!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 23 Adar 2024 - 00:34

Nivîskar û rewşenbîrên Hewlêrê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi awayek bernamekirî dixwaze bi bişaftina zimanê Kurdî, çanda Kurdî bîrdanka netewî ya gelê Kurd ji holê rake û gotin; “Divê gelê Kurd xeteriya dewleta Tirk fêm bike û li dijî wê têbikoşe.”

Ji aliyê hejmara bikarhêneran ve piştî Tirkî zimanê Kurdî di rêza duyemîn de ye. Lê dewleta Tirk a dagirker di makezagona xwe de ferz kiriye ku Tirkiye xwedî yek ziman û yek netewe ye, ew jî Tirkî û Tirk e. Ji ber vê yekê dewleta Tirk zêdetirî 100 sal in ji bo tinekirina zimanê Kurdî bi hemû hêza xwe xebitiye. Lê her tim di hewldanên xwe yên ji bo tinekirina zimanê Kurdî de têk çûye.

Ji bo ziman têkoşîneke çandî divê

Nivîskarê Hewlêrî Ferîdûn Saman di derbarê mijarê de got; “Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê Nasnameya gelê Kurd e û ji aliyê dewleta Tirk ve metirsiya ji holê rakirinê li ser heye. Ji ber ku zimanê Kurdî di destûra wî welatî de qedexe ye. Ev hewldanek ji bo helandin û tinekirina gelê Kurd ji aliyê rayedarên Tirk ve ye. Ji ber vê yekê divê ji bo zindîbûna zimanê Kurdî têkoşîneke çandî bê meşandin da ku ziman her zindî bimîne. Ji ber vê yekê jî nebikaranîna zimanê Kurdî li sazî û dezgehan sedema lewazbûna zimanê Kurdî ye.” Nivîskar Ferîdûn Saman di dawiyê de got; “Welatên cîran û dijminên gelê Kurd her tim hewl didin ziman û zaravayên Kurdî lewaz bikin û ber bi tinebûnê ve bibin. Lewma parastina ziman û çanda Kurdî erka me her kesî ye.”

Mafên gelê Kurd ti carî nasnekirine

Lalo Rencder rewşenbîr û nivîskarekê din yê bajarê Hewlêrê ye û behsa wê yekê kir ku rayedarên Tirk ji dema Mustafa Kemal Ataturk ve heta niha mafên gelê Kurd nas nekirine û got; “Lewma li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî û axaftina bi Kurdî jêre ceza hatiye danîn. Ev şovenîzma herî mezin ya Tirkan ya li hemberî gelê Kurd e.” Nivîskar Lalo got; “Windabûn û mirina her gelekî bi nemana ziman û çandê wî ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê nebûna hişyariya netewî sedema sereke ye ku dijmin ji bo tinekirina zimanê Kurdî dixebitin û hewl didin me tine bikin. Ji ber ku guhdan û guhdarîkirina muzîka neteweyên Faris, Tirk û Ereb dê bandorê li lewazbûna zimanê Kurdî û çanda Kurdî bike.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.