• Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja 38’an de ye. Girtiyên li hepsa Kurkçulerê her hefte ji bo biçin grava Îmraliyê, miracaet dikin. 

Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, girtiyên azadiyê yên li girtîgehên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareserî" de di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên azadiyê ev 38 roj in di greva birçîbûnê de ne. Hat zanîn ku girtiyên azadiyê yên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê ji bo sewqî girtîgeha Îmraliyê bên kirin, her hefte daxwaznameyan didin îdareya girtîgehê û miracaetên xwe dikin.

Ji girtiyên azadiyê Ahmet Herdem di hevdîtina li ser telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê, ew her hefte miracaet dikin da ku wan sewqî girtîgeha Îmraliyê bikin û wiha peyivî: “Li ser Rêbertiyê, tecrîd heye û li dijî vê li her warî berxwedanek heye. Em jî li girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê di greva birçîbûnê de ne. Her 5 rojan carekê komek çalakiyê dewr digire. Hemû hevalên li vir ji bo şikandina tecrîdê, doza sewqa Îmraliyê dikin. Em daxwaza çûyîna cem Rêbertiya xwe her hefte dubare dikin. Em hemû hevalên ku peyama me gihîştiyê, silav dikin û sersala wan pîroz dikin.” 

Herdem her wiha bang li raya giştî kir da ku di mijara çalakiya wan de bi hestiyarî tevbigere.

Tecrîd li ser civakê ye 

Yek ji girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kiriye jî siyasetmedara Kurd, Sebahat Tûncel e. Wê di 27'ê Kanûnê de li Girtîgeha Jinan a Sîncanê diyar kir ku ew ê tevî Mûkades Kabak û Melek Kartal ên di qawîşa wê de, dest bi gireva birçîbûne bikin.

Bavê Sebahat Tûncelê, Fahrettîn Tûncel ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Fahrettîn Tûncel anî ziman ku beriya hefteyekê bi telefonê bi keça xwe Sebahat Tûncelê re axiviye û wê demê hînbûye ku keça wî di greva birçîbûnê de ye. Tûncel, got, keça wî Sebahat Tuncelê ji gel re jî peyama xwedîderketina li greva birçîbûnê û daxwazên wan şandiye û wiha dewam kir: "Girtiyan ji ber tecrîda ku li Girava Îmraliyê heye û belavî hemû girtîgehan bûye dest bi greva birçîbûnê kirin. Her çiqas weke ku tecrîd li ser kesekî tê meşandin, were nîşandan jî, bi rastî tecrîdek li ser tevahiya civakê tê ferzkirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. 3 sal in destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Mînaka tecrîdeke bi vî rengî li ti deveran nîne. Ev tecrîd siyasî ye. Ji ber ku Abdullah Ocalan pêşeng e, li ser wî tê meşandin û li ser civakê hemûyî belav dibe. Girtiyan jî li dijî vê bêhiqûqiyê dest bi greva birçîbûnê kir."

Xwîn wê nerije 

Tûncel got, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd asteng e: "Sebahat hem dema parlamenter bû û hem jî di girtîgehê de şaşiyên hikûmetê vedibêje. Dibêje, li vî welatî meseleya Kurd heye û muxatebê vê pirsgirêkê birêz Abdullah Ocalan e. Heke hevdîtin bi birêz Ocalan re pêk were wê pêşî li mirinan bê girtin. Kesên ku pereyên wan hene nayên kuştin. Greva birçîbûnê yek ji rêya ji bo bidawîkirina tecrîdê û rawestandina van mirinan e."

Divê muxalefet bi hev re be 

Tûncel anî ziman ku ji bo tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe divê muxalefeta civakî zextê li desthilatê bike û got, “Ev pirsgirêk bi zextên muxalefeta civakî tên çareserkirin. Heke aştî pêk were ne krîza aborî ev qas kûr dibe û ne jî ev qas kes jiyana xwe ji dest didin. Ji ber wê jî divê muxalefeta civakî ji bo çareseriyê bi hev re tevbigerin. Divê raya giştî vê pirsgirêkê weke tenê pirsgirêka Abdullah Ocalan û girtîgehan nebînin û pirsgirêkeke civakî bibînin û piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan." 

NAVENDA NÛÇEYAN