BIRWA ESHED / ROJNEWS / ÇEMÇEMAL
Rojnamevan Wedat Hisên di meha Hezîrana 2016’an de weke nûçegihanê ajansa Rojnewsê yê Dihokê dest bi kar kir. Wedat Hisên Elî ji ber ku li gel sîxuran cih ne girt û daxwazên kujeran, bi taybet yê PDK’ê pêkneanî, di 13’yê Tebaxê de li Taxa Melta ya Dihokê di nîva rojê de ji aliyê du wesayîtan ve hate revandin. Piştî du saetan bi birîndarî ku bi awayek hovane êşkence lêhatibû kirin hate dîtin. Piştî ku gihandin nexweşxaneya Dihokê, ji ber ku birînên wî giran bûn şehîd bû. Ronamevan Wedat Hisên li goristana Dihokê hate veşartin.
Li ser qetilkirina şehîd Wedat Hisên re 7 sal derbaz dibin, lê hîna weke gelek kujerên din ên welatparêz û rojnamevanan, kujerên şehîd Wedat Hisên jî nehatine girtin û dadgehkirin.
Ev yek erdhejek bû
Hunermend û Çalakvanê Sivîl Helwest Nerîman fikarên xwe yên derbarê mijarê de anî ziman û got;“Mixabin piştî qetilkirina Soran Mame Heme, zihniyeta ku bi guleyan bersiva nivîsê dayîn, pêşket. Ev jî felaketeke mezine ku li hemberî nivîsekê de rihê rojnamevan, nivîskar an jî helbestvanekî bikin qurbanî. Desthilatiya Kurd ji bo me dibêje ku divê wek wan bifikirin.”
Helwest Nerîman di dewama axaftina xwe de diyar kir ku karê rojnamevanek tenê ragihandina ramanên cuda ye, bi guleyê bersivdayîn felaketeke mezine û got;“Ji Soranî Mame Heme heta digihe şehîd Wedat, fikarên me li ser qetilkirina rojnamevanan heye. Yên ku niha di girtîgehê de ne, ji ber azadiya raman di girtîgehê de ne.”
Rojnamevan Azad Bayiz qetilkirina şehîd Wedat Hisên di qada rojnamevaniyê de weke erdhejek bi nav kir û got:“Qetilkirina rehmetî Wedat, di nava medya û rojnamevaniyê de erdhejek mezin bû. Tepisandina dengê azadiyê karesatek mezin a mirovî ye. Her sal di bin navê cudahiya fikir de rû bi rûyê vê yekê dibin. Siyasetê jî şikilek wiha derxistiye ku bûye sedema tepisandina dengê azadiyê.”