- Sozdar Avesta:’’Dewleta Tirk siyaseteke xeter dimeşîne. Piştî civîna NATO’yê êriş zêdetir bûne. Divê zêdetir xwedî li Rêber APO û gerîla derkevin.’’
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla ji ANF’ê re axivî.
Avesta bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û wiha axivî;’’28 meh in em nikarin agahiyan ji Rêber Apo bistînin. Li Zindana Îmraliyê 25 sal in tecrîd heye. Ev tecrîd gelek caran hatiye nirxandin û tevgera me li hemberî vê 25 sal in bênavber li ber xwe dide. Helwesta Rêber Apo eşkere ye. Ji bo komploya navneteweyî bi ser nekeve li dijî hemû êrîşên li ser Îmraliyê berxwedana xwe didomîne. Berpirsê vê tecrîdê ne tenê dewleta Tirk e, di avakirina sîstema Îmraliyê de dewletên navneteweyî yên komplo pêş xistine jî cih girtin. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd, gerîlayên azadiyê berxwedaneke bê hempa dimeşînin û helwesta Rêber Apo ji niha ve li ber çavan e. Lê di vê pêvajoyê de tiştek nayê guhertin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, cezayê dîsîplînê li Rêber Apo û hevalên li ba wî hatiye birîn. Ji ber ku êdî nikarin vî sûcê dijmirovî veşêrin, li ser navê disîplînê pêvajoya tecrîdê dirêj dikin.
Tolê ji Rêber APO digrin
Sozdar Avesta di dewama nirxandina xwe de îşaret bi zêdebûna êrişan a piştî civîna NATO’yê kir û wiha got;’’Eşkere ye ku ji bo ku Swêd bibe endama NATO’yê, gelek tawîz dane desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û Erdogan. Ji ber wê jî piştî civîna NATO’yê dîsa ceza dan Rêber Apo. Dîsa li dijî gerîlayên Kurdistanê dest bi êrîşên mezin kirin. Di vê pêvajoyê de berxwedaneke mezin a gerîla heye. Bi giştî ev êrîş parçeyek ji konsepta qirkirina Kurdan e. Di vê pêvajoyê de ku em di salvegera 100’emîn a Lozanê de ne, gelê Kurd û dostên gelê Kurd li her derê çalakiyên xwe didomînin. Yên ku nahêlin Lozan bi ser bikeve têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê ye. Ji ber vê jî ji Rêber Apo tolê hiltînin. Dixwazin nehêlin ku Rêber Apo bêhnê bistîne.
Siyaseteke xeter dimeşînin
Sozdar Avesta da zanîn ku dewleta Tirk siyaseteke xeter dimeşîne û ev nirxandin kir;’’Li Kurdistanê paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêber Apo îro bûye felsefeya jiyana azad. Dijmin ji ber ku ji vê ditirse tecrîdê giran dike. Dixwazin Rêber Apo weke girtiyekî ji rêzê nîşan bidin. Ev yek jî konsepta hêzên navneteweyî ye. Dixwazin gelê Kurd û dostên wan jî vê qebûl bikin. Divê em vê baş zanibin; siyaseteke gelekî xetere tê meşandin. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo neyê şikandin û ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, peymana qirkirina Kurdan wê ti carî bi temamî bi dawî nebe. Bêguman peymanên qirkirinê bêwate bûn, niha li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd bi felsefeya neteweya demokratîk bi gelên herêmê re bûye yek. Lê belê xwediyê vî fikrî û vê felsefeyê niha di bin tecrîdeke giran de ye. Di şexsê Rêber Apo de dixwazin gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dîl bigirin. Çend roj berê ji bo têkbirina Peymana Lozanê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê mîtîngeke mezin û konferansek hate lidarxistin. Çalakiyên ku di sedsaliya Lozanê de hatin lidarxistin gelekî girîng bûn. Ev yek jî yekîtiya gelê Kurd nîşan dide. Lê belê divê bi vê kelecan û yekîtiyê li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bê meşandin. Eger ev neyê kirin hingî peymanên qirkirinê têk naçin.
Divê tekoşîn mezin bibe
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal bire ser berxwedana gerîla ku hiştiye dewleta Tirk bikeve nava krîzeke giran û wiha got;’’Li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji 19'ê mehê û vir ve êrîşên gelekî mezin hatin destpêkirin. Li dijî gerîla hîn jî çekên qedexekirî têne bikaranîn. Di vê mijarê de gelek belge, dîmen û nirxandinên pisporan hene, lê belê dema mijar dibin Kurd her kes bêdeng dibe. Divê gelê me zanibe ku AKP-MHP ji ber vê yekê siyaseta qirkirinê dimeşîne. Li hemberî vê yekê divê têkoşîn bê mezinkirin. Eger em di vê demê de têkoşîna xwe mezin bikin, li dijî dewleta faşîst a bi serkêşiya AKP-MHP'ê em ê bi ser bikevin. Dewleta Tirk ji ber ku di şer de israr dike ji aliyê aborî ve di nava krîzeke mezin de ye. Sedema krîza aborî û pirsgirêkên heyî israra AKP-MHP'ê ya li ser şer e.
NAVENDA NÛÇEYAN