Dixwazim Ocalan bibînim

Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 03:35

Rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqas jî di nav de 39 kesên ji welatên cuda yên Ewropayê bi daxwaza hevdîtina bi Rêber APO re çend roj berê hatibûn Stenbolê. Ji endamên şandeyê Seroka Tevgera Kolektîfa Sekuler Djemîla Benhabîb, têkildarî serdanê axivî. Djemîla Benhabîb ku ji Brukselê tev li şandeyê bû, diyar kir ku li Navenda Laîk a Aksiyonê li ser mijarên mafên mirovan û têkoşîna jinan dixebite. Djemîla Benhabîb, destnîşan kir ku di demên berê de rojnamegerî dikir û bavê wê ji Cezayîrê û dayika wê jî Yewnanî ye. 

Gelek tiştan ji Kurdan fêr dibin 

Djemîla Benhabîb, diyar kir ku sedema daxwaza wê ya hevdîtina bi Rêber APO re, têkoşîna Ocalan a ji bo civaka demokratîk e û got:“Bi taybet jî di mijara sazkirina demokrasiyê de cihekî girîng dide jinan û ev mijar min eleqedar dike. Ev ne tenê ji bo jinên Kurd, her wiha ji bo civakên Rojhilata Navîn jî girîng e. Heta mirov dikare bibêje mifteya têkoşîna jinan e. Lewma dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikim, pê re nîqaşan bikim û biaxivim.” Djemîla Benhabîb anî ziman ku vîzyon û têkoşîna Abdullah Ocalan bandorê li wê dike û got:“Ya herî girîng ew e ku tu caran dev jê bernade û tu caran hêviya xwe winda nake. Ev gelek girîng e. Ji ber ku îro li dinyaya me krîzeke giran a avhewayê heye û hilweşîneke mezin heye. Gelek tiştên em ji gelê Kurd hîn bibin hene. Weke mînak, di mijara cisaret û berxwedanê de me ji wan ders girt. Bi taybet jî ‘Jin, jiyan, azadî’ ku li Îranê dest pê kir, veguherî dirûşmeke navneteweyî. Lewma jî êdî xwedî wateyeke kûrewî ye. Di vê mijarê de spasiya gelê Kurd dikim ku ev hêmaya cisaretê nîşanî me da.” 

Em di serdemeke dîrokî de ne

Djemîla Benhabîb, da zanîn ku ew di serdemeke dîrokî de ne û got:“Ji ber ku PKK çekan ber dide. Ez vê weke têkçûn an jî bêzarbûn nabînim. Ev, veguherîneke. Lê di mijara demokrasiyê de veguherîneke çawa tê jiyîn divê em baş vê fêm bikin. Ji ber ku em qala nifûseke 40 milyonî dikin. Li Rojhilata Navîn ev reqemeke zêde ye. Ji bo avakirina demokrasiyê, girîngiya tevgera Kurd gelekî zêde ye. Têkildarî helwesta dewletê zêde agahiyên min nînin. Lê vê dizanim; Erdogan dixwaze di vê pêvajoya veguherîna Rojhilata Navîn de dixwaze bibe kesê pirsgirêkan çareser dike. Ji bo gelê Kurd em di serdemeke dîrokî de ne lê dewletê heta niha tenê soz daye. Divê em dersan ji mijara sozên nehatine bicihanîn bigirin. Bawerî, têgeheke polîtîk e. Ne baweriyeke bi temamî lê li gorî min di wateya polîtîk de divê baweriyek were avakirin û bi pîvandina wan mirov pêş bikeve. Divê ez bibêjim ku baweriya min bi Erdogan nayê.” 

Divê Ocalan bê berdan 

Djemîla Benhabîb, diyar kir ku daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û got:“Ne tenê birêz Ocalan, divê girtiyên din ên PKK’î jî bên berdan. Nexwe wê çawa aliyek dest û lingên wan girêdayî bên ser maseyê? Beriya her tiştekî divê ew bên berdan. Em ê derbasî qonaxeke zor û dirêj bibin. Li pêşiya me rageşî û paşketin wê hebin. Divê em baş bişopînin û pêş bikevin.” 

MA/ESRA SOLÎN DAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.