Ji 23'yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Sekretêrê Partiya Çep a Demokrat li Sûriyê Salih Gedo têkildarî mijarê axivî.
Salih Gedo diyar kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewama xeleka êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser destkeftiyên kurdan li Kurdistanê ye, her wiha hebûna PKK li Başûr dike bahane da ku pê zextê li Başûrê Kurdistanê bike û Başûr têxe bin serweriya xwe. 

Gedo da zanîn ku armanca din a ji êrişên dewleta Tirk ên domdar astengkirina diyalogên kurdî-kurdî li Rojava ye û wiha got: "Êrişên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê nesekinîne, ji 6 mehan zêdetir û heta vê kêliyê li ser piraniya herêmên Rojava mîna Minbic, Til Temir û Eyn Îsayê êriş hene."

Gedo îşaret bi serketina gerîla ya li Garê kir û got: “Derba ku artêşa Tirk li qada Garê xwar AKP'ê hejand. Gerîlayên HPG'ê ew şikandin. Serkeftina gerîlayan li Garê, bû sedema aloziyeke mezin di Tirkiyê de, wê serkeftinê, dewleta Tirk û bi taybet AKP û Erdogan hejandin."

ANHA/QAMIŞLO