Dixwaze hevalê xwe yê zarokatiyê li Amarayê bibîne

Çarşem 5 Adar 2025 - 02:50

Hevala zarokatiyê ya Abdullah Ocalan Elîf Bîndalê diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin ew e ku hevalê xwe li Amarayê bibîne.

Elîf Bindalê (76) ku hevala zarokatiyê ya Abdullah Ocalan e û li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê dijî, li bendê ye ku li Amarayê bi Abdullah Ocalan re ku nêzî 50 sal in wî nabîne, hevdîtinê bike. Elîf Bindal ku hevala zarokatî û têkoşînê ya Abdullah Ocalan û xwişka Hasan Bindal (Hamza) ye ku di encama komployekê de hat qetilkirin, li ber mala ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye axivî û diyar kir ku ew dixwazin Abdullah Ocalan li Amarayê bibînin.

Bîranînên xwe vegot 

Elîf Bindalê li ser bîranînên xwe yên zarokatiyê yên bi Abdullah Ocalan re jî wiha got: “Dema ez zarok bûm min bi Serokatî re lîstik dilîst. Em li pişt mala me kom dibûn û dilîst. Li pişt mala me zeviyek wan hebû. 3-4 sal ji me mezintir bû. Carinan min didît wa li nava zeviyê pirtûkê dixwîne. Li bin darekê rûdinişt û bi saetan dixwend. Ew dihat mala me û ji dêya min av dixwest ku darên zeviyê av bide. Wî û birayê min ê şehîd Hemze li Cibinê dixwend. Bi hev re çûn dibistanê. Wêneyên wan bi hev re hene. Her tim Apo ji xwe re mînak digirt. Wî her kes li dora xwe dicivand." 

Elîf Bîndalê anî ziman ku Abdullah Ocalan her tim ji bo azadiya jinê têkoşiyaye û got ku bi felsefeya Abdullah Ocalan zextên li ser jinan kêm bûne. Elîf Bindalê diyar kir ku wê demeke dirêj li wêneyê Abdullah Ocalan ê dema banga dîrokî hatiye belavkirin mêze kiriye û got: "Tişta ku hat bîra min wêneyê wî yê ciwaniyê yê 50 sal berê bû. Di van 26 salên ku di girtîgehê de ye gelekî hatiye guhertin. Piştî gelek salan dîtina wî bextewariyek bêhempa da min.” 

MA/EMRULLAH ACAR/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.