‘Dîwarên Me Jî Hilweşandin’ komkujiya Zîlanê vedibêje

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 22 Mijdar 2023 - 00:24

Pirtûka bi navê "Dîwarên me jî hilweşandin, şahidên komkujiya Geliyê Zîlan 1930" ji aliyê Nîhat Gultekîn ve hatiye amadekirin û ji Weşanxaneya Dozê derketiye.

Nivîskar Nihat Gultekîn li ser Komkujiya Geliyê Zîlan par bi navê "Esmanê Sor-Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930" kitêb derxistibû, niha beşeke din a agahiyên li ser vê komkujiyê wekî pirtûk çap kirin. Di vê pirtûkê de 15 şahidên bûyera Geliyê Zîlan hene û behsa komkujiyê dikin.

Gultekîn berê xwendevanan dide Komkujiya Zîlanê ku di sala 1930'î de çêbûye. Ew dibêje, cihê komkujî lê çêbûye di nava sînorê Erdîşê de ye lê tesîra wê berfirehtir e: "Li gor agahiyên fermî ji 15 hezar zêdetir kurdên bê sûc û bê guneh hatine qetilkirin. Ji ciwanan bigire heta zarokan, jin, kal û pîran. Hema hema nehiştibûn ku kes bifilite.”

Weke belgeyekê nîşani xwendevanan dide

Di pirtûkê de tê gotin, ji bilî yên hatine kuştin, gelek kesên ji Geliyê Zîlanê girtine birine avêtine Girtîgeha Edeneyê, dest danîne ser erdê wan, hin kesên ji Efxanistanê anîne li ser axa Geliyê Zîlanê bi cih kirine.

Gultekîn di navbera salên 2010-2023'yan de ev xebat kiriye û li ser armanca xwe dibêje, "Armanca min ev e ku bi gotinên şahidên li paş komkujiyê, trajediya qewimiye wekî belgeyekê pêşkêşî xwendevanan bikim."

Şahidên bûyerê trajediya çêbûye bi gotinên bi êş tînin ziman. Ji şahidan Ramazan Îşler û Mehmet Guler dibêjin, "Ev dera navê wî Adaxeybê ye. Meteka min, bavê wê, birayê wê hemû serê wan jêkirin." Ji wan Selhatin Demir wisa dibêje, "Dêya min guleyek lêketibû, piyê wê hûr hûr bûbû, di cih de ketibû".

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.