‘Dîwana Zarokan’ 15’ê Gulanê pîroz kir

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 15 Gulan 2022 - 22:06

  • Di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de Ma Musicê bernameya “Dîwana Zarokan” li dar xist. Zarokan bi stran û govendgerandinê Cejna Zimanê Kurdî piroz kir.

Di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de Ma Musicê bernameya “Dîwana Zarokan” li dar xist. Zarokan bi stran û govendgerandinê Cejna Zimanê Kurdî piroz kir.

Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dewam dikin. Di çarçoveya çalakiyan de Ma Musicê jî li avahiya xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê “Dîwana Zarokan” li dar xist. Zarokên Ma Musicê bi malbatên xwe re tevli bernameyê bûn. Li cihê bernameyê pankarta li ser “Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be” nivîsandî hat daliqandin. 

Di destpêkê de ciwanên akademiya Ma Musicê li ser dikê stran gotin. Malbat û zarokên ku tevli çalakiyê bûn, li stranan li çepikan da. Pişt re jî li ser dikê "Dîwana Zarokan" a Ma Musicê hat danîn. Dîwanê bi stranên xwe beşdar kêfxweş kirin.

Herî dawî jî kesen ku tevli bernameyê bûn li baxçeyê Ma Musicê bi zarokan re govend gerandin û bername jî wiha bi dawî bû.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.