Divê zimanê jehrî bê terikandin

Duşem 20 Çile 2025 - 03:30

  • Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok diyar kir ku divê siyaset bi rengekî hevgirtî bê meşandin. Dîlok destnîşan kir ku desthilatdarî û medya divê zimanê bi jehr biterikînin.

Dilzar Dîlok ji aliyê dîmen û rewşa desthilatdariyê ya di vê pêvajoyê de got:"Dîmenekî parçebûyî didin û hewl didin sewqî nîqaşên sûnî bikin, bi navê dewletê mînakeke têrker a berpirsyariyê nayê nîşandan. Dema ku mirov tenê ji vî alî ve lê binihêrin jî dibînin ku berpirsyarî û cidiyeteke têrker nayê nîşandan. Zimanê ku Bahçelî di axaftina xwe de bi kar anî, zimanê rêveçûnê diyar kir, her wiha hîn bêhtir bi paş ve bir. Zimanê înkarê yê ku di destpêkê hate afirandin bi rastî jî nayê fêhmkirin. Tu hem bangê dike, dibêje 'were em çareser bikin' hem jî zimanekî înkarê bi kar tîne. Zimanê siyasetê divê hevgirtî be. Dojaza xwe dibe ku kêm be, gav hêdî bêne avêtin, lê belê zimanekî hevgirtî şert e. Vê rewşê civata çapemeniya alîgirê wan jî bi jehr kir. Ji xwe ji ber ku ew li gorî gotinên desthilatdariyê tevdigerin, dest bi bikaranîna wan gotinan kirin. Divê desthilatdarî dest ji vî zimanê qirêj, zimanê bi jehr berde.

Bazirganên şer wenda bûne

Di nava vê pêvajoya ku qala wê têkirin de gotina herî zêde hate bihîstin mijara 'Destberdana ji çekan a PKK'ê' bû. Li gel vê yekê gotinên 'bidawîbûna terorê' hatin ziman. Ji ber ku nizanin pêvajo wê çawa bi pêş ve biçe û biqede, ji ber şikestinên pêvajoyên beriya niha, akademîsyen, rojnamevan û nivîskarên li dora desthilatdariyê kom bûne, di sekna xwe ya nêzî desthilatdariyê de dewam dikin. Li aliyê din hin bazirganên şer jî hene ku dema mijar dibe Rêbertî newêrin derkevin pêşberî ekranan. Heta vê demê hin jê her roj derdikevin ekranê û ders didan; lê belê ji niha ve ji holê rabûn. Em dibînin ku hemû referansên akademîk ên desthilatdariyê li pêşberî heqîqetê heliyane."

Hilweşîneke exlaqî mezin dijîn

Li ser karakterê polîtîkaya hundirîn û derve ya vê pêvajoyê jî Dilzar Dîlok got:"Hincetên şer ên Kurdan hene, kêm nîne, gelekî zêde ne. Ev hincet ji holê ranebûne. Rakirina van hincetan ji Kurdan bêhtir hêviya gelên Tirkiyeyê ye. Gelên Tirkiyeyê di vî şerê ku nav lê nehatiye kirin de, li Bakur, Başûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava, bi têrkerî nizanin ku ji aliyê aborî, mirovî û exlaqî ve çi winda kiriye. Bi navê dijminatiya li Kurdan Tirkiye tevlî şerê çeteyan bû û fatûreya vê yekê ya li Tirkiyeyê bû hilweşîna mezin a exlaqî."

‘Hêvî ji serketinê bêhtir hêja ye’

Dilzar Dîlok got:"Tespîtên siyasî yên ku Rêberê me beriya 25 salan kir, ji aliyê Tirkiyeyê ve nû hate fêhmkirin, bi bûyerên li Sûriyeyê re hate fêhmkirin. Ji MHP'ê heta bi AKP'ê di serî de Tifaqa Cûmhûr muxalefet jî di nav de hemû hêzên siyasî yên Tirkiyeyî dema ku bi rengekî rast nêzî vê pêvajoyê bûn wê bi ser bikevin. Hêvî tê wateya wêrekiya berxwedana li pêşberî zehmetiyan. Û hêvî her tim heye. Yek ji gotinên herî bedew ên Rêberê me ev e, 'Hêvî ji serketinê hîn bêhtir hêja ye'. Pêvajoya ku bi hevdîtinên bi Rêberê me re destpê kir, bêguman gelekî girîng e ku veguhere pêvajoyeke aştiyê û çareseriyê. Lê belê pêvajoyeke bi vî rengî destpê bike yan jî destpê neke, wê têkoşîna me dewam bike. Berxwedana Rêberê me ya li Îmraliyê û biryardariya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka herî giran a cîhanê, ku bi vî rengî ye; ji bo me hêviya herî mezin e, di heman demê de destnîşankirina wezîfeya demê ye. Têkoşîna me wê di nava her şert û mercî de li ser bingeha demokrasî û azadiyê dewam bike. Û ev têkoşîn wê li ser bingeha pêkanîna jiyan, karkirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê me bi biryardarî heta serketinê dewam bike. Têkoşîna me wê li ser bingeha bidestxistina mafên civakî yên gelê me û mafê xwerêveberî û xweparastinê wê dewam bike."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.