Divê ziman û mejî biguhere
Çarşem 15 Çile 2025 - 02:35
Serokê Giştî yê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, peyamên Rêber Abdullah Ocalan û hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê yên bi partiyên siyasî re nirxand. Kocabiyik, anî ziman ku tevî hemû rewşên neyînî jî behskirina aştiyê, rewşa bêşer û axaftinên li ser çareseriyê hêviyê didin. Kocabiyik, da zanîn ku rewşa şer hemû derdor êdî ji taqet xistiye û wiha got:“Di her zereya vê xakê de mirin, komkujî, neheqî, bêedaletî, înkar û tunehesibandin heye. Weke baweriyeke ku ev ê bi dawî bibin heye. Lewma em bihêvî ne. Hêvîdarim gavên pêwîst bên avêtin.”
Wekhevî esas e
Bi domdarî Kocabiyik bal kişand ser gotina “Jinûvexurtkirina biratiya Tirk-Kurdan” a di peyama Rêber Abdullah Ocalan de û got:“Ev bang girîng bû. Divê ne tenê Tirk û Kurd lê divê Ermen, Çerkes, Rum, Elewî û hwd. jî tê de cih bigirin. Divê biratî li ser esasê wekheviyê be. Li gorî min têkoşîna aştiyê ya 50 sal in didome û rewşa şer a ku êdî gel nikare ragire rê li ber vê pêvajoyê vekir. Hêvîdarim vê carê bi ser keve.” Kocabiyik anî ziman ku ji bo pêvajo bi erênî pêşbikeve divê îktîdar ziman û mejiyê xwe biguherîne û gotinên Hakan Fîdan ên der heqê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi bîr xist û got:“Ev gotinên wî, gotinên aqilê dewletê ne ku dixwaze bitirsîne. Feraseta ‘An wê bi gotina me be an jî hûn dernakevin çarçoveya me xêz kirî.’ Tekane rêya tunekirina vê ferasetê, civakîkirina daxwaza aştiyê û têkoşînê ye. Divê ziman û mejiyê dewletê li gorî zimanê aştiyê bê amadekirin. Têkoşîna aştî û edaletê girêdayî hev in. Heta aştî çênebe, edalet nabe. Em vê ji Komkujiya Garê dizanin.”
MA/TOLGA GUNEY