Divê zemîna demokratîk vebikin
Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 02:25
Rojnamevan Alî Bayramoglû pêşketinên di pêvajoyê de nirxandin û pêvajoyên ku di salên berê de der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de hatibûn destpêkirin bi bîr xist û got ku rewşa heyî guheriye. Bayramoglû destnîşan kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkek 200 salî ye û got:"Çareserkirina pirsgirêkek 200 salî bi çend biryarên meclisê an hikûmetê ne karekî hêsan e. Li aliyekî hêviyên kurdan hene, li aliyê din jî neteweperestiya tirk. Divê mirov van hemûyan bîne cem hev û gav bi baldarî bên avêtin. Ma AKP tiştan hêdî hêdî dimeşîne? Belê. Divê zûtir bimeşe? Bê guman divê zûtir bimeşe. Divê ji bo mehkûm û girtiyên PKK'ê, an jî ji bo kesên ku berê hatine mehkûmkirin, qanûnek were derxistin. Ji bo qanûnê divê serî li meclisê were dayîn. Dibe ku guhertinên destûra bingehîn hewce bin. Qanûnên efûya qismî hewce ne. Ev ne karên ku partiyek siyasî bi tena serê xwe hewl bide ne. Ev nîqaş wê bi îhtîmaleke mezin werin rojeva komîsyona ku were damezrandin. Li vir qonaxên curbicur hene. Ocalan vê yekê herî baş dizane û vî karî natengijîne."
Daxwazên Kurdan hene
Bayramoglû destnişan kir ku mafên kesên ku çekan datînin yek ji mijarên herî girîng ên vê pêvajoyê ye û got:"Garantiya qanûnî pêwîst e. Mafên qanûnî yên çekdarên ku niha li derve nin dê çi bibe? Kî wê biçe ku derê? Kî wê were Tirkiyeyê? Ev pirsên bingehîn in. Mijara duyemîn a bingehîn rewşa kesên ku ji ber navê PKK'ê an partiyên siyasî yên kurd girtî ne. Ev ê qanûnên nû û qanûnek efûyê ya qismî hewce bike. Hem Ocalan û hem jî Bahçeli ji vê yekê haydar in. Ev piştgiriya raya giştî hewce dike. Tekane rêya temsîlkirina piştgiriya raya giştî avakirina komîsyonek li meclisê bi beşdarbûn û erêkirina hemû aliyan e. Li vir mifte ew e ku pêvajo bênavber berdewam bike û ev gav, gav bi gav werin bicîhkirin. Kurdan hin daxwazên bingehîn hene. Ev daxwaz şertek e ji bo beşdarbûna siyasî ya azad. Ev avakirina platformeke siyasî ya azad û sererastkirina qanûna partiyên siyasî û rêziknameya meclisê hewce dike. Ev projeyên mezin in. Ez hêvî dikim ku gav bi gav pêşveçûn çêbibe."
MA/STENBOL