Divê zagon werin guhertin

În 30 Gulan 2025 - 03:05

Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê da zanîn ku geşedanên li Rojhilata Navîn bandoreke rast rast li ser Kurdan û Kurdistanê heye û got; “Di demek ku PKK’ê çek bêdeng kirin de, divê dewlet jî li beramberî wê gavên pratîk bavêje û qebûl bike ku Tirkiye ne tenê ya Tirkan e, divê zagon werin guhertin.”

Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Bêstûn Saburawayî da zanîn ku guhertinên ku li Rojhilata Navîn diçin bandoreke mezin li ser Kurdan heye û di encama wan guhertinane de kongreya 12’an a PKK’ê bû ku biryar da dawî li xebata çekdar bîne.

PKK’ê li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk”a Rêber Apo ku di 27’ê Sibata 2025’ê de hat ragihandin, kongreya xwe ya 12’an di navbera rojên 5-7’ê Gulanê de li Herêmên Parastina Medyayê lidar xist û biryarên dîrokî di kongreyê de hatin dayîn. Ev jî li rasta dengvedaneke navxweyî û cîhanê bi xwe re anî. Derbarê mijarê de Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Bêstûn Saburawayî axivî.

Dr. Bêstûn Saburawayî da zanîn helwesta dewleta tirk bi geşedanên li Rojhiata Navî girêdayîye û got: “Di demeke ku guhertinên li Rojhilata Navîn pêk tên û bandoreke mezin li ser Kurdan heye de, ew banga ku ji aliyê Bahçelî ve hate kirin jî, ji encama wan guhertinên ku li Rojhilata Navîn  pêktê ye. Nexwe Bahçelî ji Erdogan faşîstir e.”

Divê zagon werin guhertin 

Têkildarî girîngiya banga sedsalê ya Rêber Apo Dr. Bêstûn wiha got; “Piştî banga dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan ku biryar da PKK çekan bêdeng bike, ev karekî baş bû. Lê hîn jî fikirîna Tirkan li hemberî netewa Kurd xirab e. Pêvajoya aştiyê heta niha li cem wan zelal nîne. Di demek ku PKK’ê çek bêdeng kirin de, divê dewlet jî li beramberî wê gavên pratîk bavêje û qebûl bike ku Tirkiye ne tenê ya Tirkan e, divê zagon werin guhertin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.