Divê xiyanetkaran nehêlin

Pêncşem 14 Adar 2024 - 00:31

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi hevkariya xiyanetkar û nokeran li Herêma Kurdistanê zêde kirine. Di derbarê xeta xiyanetê û êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê de çalakvanên devera Raperîn axivîn. Çalakvan Aso Kusarî diyarkir ku bi awayek eşkere li pêş çavên hêzên navdewletî, Iraq û hemû aliyekê terora siyasî tê meşandin û got:“Êdî êriş gihiştine wê astê ku li nava bazarê de xelk tên qetil kirin yan jî li nava malên xwe de bi dironan tên şehîd kirin.” Aso Kusarî destnîşankir tişta ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dike zilmeke gelek mezine û divê êdî gelê Kurd li beramberî ti hêzek ku diminahiya wan dike bêdeng nemînin:“Lê desthilata Başûrê Kurdistanê di aliyê rûbirûbûna dagirkeran de lewaz û tawanbare. Dema desthilatê hest bi berpirsyartiya exlaqî, siyasî, nîştimanî û netewî kir wê demê wê hêviyek me çêbe ku dikarin pêşî li van terorên siyasî bigrin.”

Çalakvan Xazî Rifet jî got:“Beriya em êrişên dewleta Tirk rûreş bikin, divê destpêkê xiyanetkarên li nava Başûrê Kurdistanê nehêlin ku azadîxwaz û welatparêzan hedef digrin û şehîd dixin.” Xazî Rifet da zanîn êdî dema wê hatiye ku rewşenbîr, azadîxwaz û xelk xwedî helwest şiyar bibin û li beramberî destdirêjî û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr rabin û got: “Divê weke gelê Başûr êdî rê nedin destê xiyanetkaran bigihe nava Herêma Kurdistanê. Êdî dema wê hatiye ku bi yek dengî û yek helwestê li gel azadîxwazan li dijî dijmin û xiyanetkaran rabîn.”

ROJNEWS/RANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.