• Beth Hartmann: Divê çawa li dijî rejîma apartheîdê ya li Afrîkaya Başûr têkoşîn hat dayîn, ji bo rakirina tecrîdê jî têkoşîn bê dayîn. Tecrîd û pirsgirêka Kurd divê bê çareserkirin. Divê Tirkiye jî wek Îsraîlê were boykotkirin.

MELEK AVCI / JINNEWS / ENQERE

39 meh in tu xeber ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî, di 10’ê Cotmeha 2023’an de li Ewrûpayê kampanyaya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hatibû destpêkirin. Kampanyaya ku li Ewrûpayê dest pê kir, bû gerdûnî. Di vê çarçoveyê de li welatan komîte hatin avakirin, gelek çalakî hatin lidarxistin û hê jî tên kirin. Ji rêveberên kampanyayê yên li Skandînavyayê Beth Hartmann li ser mijarê nirxandin kirin.

Bi wezîrê karê derve re hat axaftin

Beth, diyar kir ku li Norwêcê ji bo rayagiştî derbarê tecrîda Îmraliyê ya ku Tirkiye didomîne ragihînin gelek xebat meşandine û diyar kir ku der barê mijarê de pirsên xwe ji Wezîrê Karên Derve re şandine û got:“Norwêc ji bo piştevaniya Kurdistanê kar dike ku rewşa birêz Ocalan di nav Norwêciyan de zêdetir derkeve pêş û em jî hewl didin ku bersivek ji hikûmetê werbigirin. Em niha bi Partiya Sor re dixebitin û wan herî dawî pirs ji Wezîrê Karên Derve kirin, ka dê hikûmet çi bike da ku Tirkiye rêzê li mafên mirovan ên girtiyên siyasî yên li Îmraliyê bigire. Heya niha bersivek nehatiye dayîn, lê tê payîn ku di nav vê hefteyê de bê dayin. Em ji bo zextê li hikûmet û meclîsê bikin em dixebitin. Em ji bo daxwaza rawestandina kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî Birêz Ocalan û girtiyên din, dixebitin."

Maf dibin qurbanê berjewendiyan 

Beth diyar kir ku saziyên navneteweyî li dijî tecrîdê sê meymûnan dilîzin jî got:"Bêdengiya DYE û welatên Ewrûpayê di pratîkê de tê wateya erêkirina revandina Birêz Ocalan û teslîmkirina Tirkiyeyê. Bicîh neanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û berdewamiya hevkariya bi hikûmeta Tirkiyê re, nîşan dide ku mafên bingehîn ên mirovan û hiqûqa gerdûnî ji nedîtî ve tên û girtiyên siyasî ji bo mijarên siyasî yên din û herêmî dikin qurbanî."

Rexne li Ewrûpayê radiwestin

Beth da zanîn rexne li Ewropayê tê rawestandin û got:"Bi dîtina min welatên Ewrûpa û DYE’yê bi etîketa Tirkiyeyê ya birêz Ocalan weke ‘terorîst’ bi nav kirin. Ji ber vê sedemê, li hemberî muameleya ku birêz Ocalan û gelê Kurd tê kirin bêdengiyek heye. Rexneyên sazî û dezgeyên navneteweyî li Ewropayê tên rawestandin." Beth da zanîn gelek kes nerazîbûnê nîşanî tecrîdê dide û got:"Norweciyên ku bi Kurdistanê re piştevaniyê dikin, baş dizanin ku Birêz Ocalan li girtîgeha Îmraliyê rû bi rûyê êşkenceyên nemirovane dibe. Li hemberî tecrîda li ser girtiyên siyasî û ji ber ku birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzaran re hevdîtinê bike, ji çar aliyên cîhanê gel bertek nîşan didin."

Beth bal bire ser rayagiştî û boykotê û got:“Li gorî min divê weke dema ku li Afrîkaya Başûr apartheîd pêk hat, ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd jî xebat bên kirin. Divê em jî hewl bidin ku Tirkiye were boykotkirin."