Divê Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve

În 17 Adar 2023 - 00:22

Beşar Esed di hevpeyvîneke li gel ajanseke Rûsî de got, şertê hevdîtina di navbera wî û Erdogan de derketina Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê û rawestandina destekdayîna ji terorê re ye.

Esed got, "Mijara hevdîtina bi serok Erdogan re, girêdayî gihîştina qonaxekê ye. Li gorî vê qonaxê, divê Tirkiye bi awayekî zelal amade be û bêyî şertan ji tevahî xaka Sûriyeyê derkeve, piştevaniya bi terorê re rawestîne û rewşê vegerîne mîna beriya destpêkirina şer li Sûriyeyê. Tenê di vê rewşê de em dikarin bêjin ku wê hevdîtineke di navbera min û Erdogan de hebe. Ji bilî vê tu qîmeta vê hevdîtinê tune ye, nexwe çima em ê hevdîtinê bikin heke encamên mayînde ji bo şerê li Sûriyeyê bi xwe re neyîne?”

Civîna çar aliyan a ku çav li rê bû, doh û pêr di navbera alîkarên wezîrên karên derve yên Îran, Sûrî, Tirkiye û Rûsyayê de li Moskovê li dar bikeve, hat betalkirin. Rayedarên Tirk derbarê mijarê de gotin, civîn ji ber sedemên teknîkî hatiye bipaşvexistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.