Esad şertên Erdogan qebûl nake

Pêncşem 10 Tebax 2023 - 00:06

Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad, ragihand ku li gorî şert û mercên Erdogan diyarkirî hevdîtin ne gengaz e.

Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad, li ser hevdîtina dibe ku li gel Serokkomarê Tirk Receb Tayyîb Erdogan were kirin, ji Sky News Arabia re axivî û got: “Li gorî şert û mercên ew diyar dikin, hevdîtina li gel Serokkomar Erdogan ne gengaz e. Hevdîtin di bin şert û mercên Erdogan diyar bike de naye kirin.”

Receb Tayyîb Erdogan, ji beriya serdana xwe ya ji bo welatên Bendavê, di daxuyaniya çapemeniyê de derbarê hevdîtina li gel Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad a muhtemel de wiha gotibû: “Wek tê zanîn ti hewldanên me yên ku li gel Sûriyeyê derî bigirin nîne, derî vekiriye. Em ji mijara hevdîtina li gel Beşar Esad re ne girtî ne. Em dikarin hevdîtin bikin, lê pirsgirêk şêweyê nêzîkbûna wan a li gel me ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.