Li ser Sûriyê li hev dikin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 3 Gulan 2023 - 02:44

  • Hate diyarkirin ku ev civîn destpêka danûstandinên bi armanca gihiştina çareseriyê ya qeyrana siyasî ya Sûriyê ye. 

Wezîrên Karên Derve yên Sûrî, Erebistana Siûdî, Urdin, Misir û Iraqê li paytexta Urdinê Emanê ji bo gotûbêjkirina qeyrana siyasî ya Sûriyê civîneke pêncalî li dar xistin. Ev civîn weke dewama civîna şêwrê ya wezîrên derve yên welatên Encûmena Hevkariya Kendavê (GCC) bû. Ew civîn jî 14’ê Nîsanê li Ciddeya Erebistana Siûdî çêbûbû.

Hate diyarkirin ku ev civîn destpêka danûstandinên bi armanca gihiştina çareseriyê ya qeyrana siyasî ya Sûriyê ye. 

Wezîrên Urdin, Erebistana Siûdî, Iraq û Misirê diyar kirin ku piştgiriya xwe ji bo bidawîkirina qeyranê û her tişta ku dibe sedema kuştin û wêrankirinê bi rêya çareseriyeke siyasî yekitî û yekgirtina Sûriyê biparêze. Herwiha daxwazên gelê Sûriyeyê pêk bînin, ji zilma terorê rizgar bikin û dabînkirina şert û mercên guncav ji bo vegerîna penaberan. Di dewama vê de hat ragihandin ku ev jî wê bibe sedema derketina hemû hêzên ne yasayî yên biyanî ji Sûriyê ku lihevkirina netewî bê bidestxistin, ewlekarî, aramî, tenduristî û rola Sûriyeyê dîsa vegere.

Di civînê de behsa aliyên mirovî û pêngavên pêwîst ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê û çendîn mijarên ewlekarî û siyasî hatin kirin.

Wezîran bi Wezîrê Sûriyê re li ser rojeva danûstandinan li hev kir û danûstandin wê dewam bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.