Li parêzgeha Siwêdayê, xwepêşandanên li dijî rewşa aborî ya xirab û bangên ji bo hilweşandina rejîma Esed dewam dikin.
Li deverên cuda yên Siwêdayê xwepêşandanên aştiyane yên li dijî rewşa aborî ya xirab dewam dikin. Xwepêşandêran bang kir da ku rejîma Beşar Esed bê hilweşandin û Sûriyeyeke nenavendî bê avakirin.
Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR), li bajarokê Qerya yê başûrê Siwêdayê ciwanên xwepêşandêr rêya gundê Sala, rêyên sereke yên gundên din, her wiha rêya Şam-Siwêdayê bi awayekî qismî girtin û tenê ji bo rewşên awarte vekirin. Di heman demê de girtina navend û saziyên hikûmetê jî dewam dike.
Bi sedan xelkê gund û bajarokên Mezra, Sala, Selîm, Erîqa, Xersa, Yema Hazirim û Cinîniyê li qada Kerama ya Siwêdayê hatin bav hev û xwepêşandaneke navendî li dar xist. Xwepêşandêran bang kir ji bo pêkanîna biryara 2254'an a NY´ê, guhertina siyasî û hilweşandina rejîma Esed kir.
ŞAM