Li zanîngehên hikûmetê gendelî

Sêşem 17 Çile 2023 - 00:07

Karmendên perwerdeyê û kadroyên rêveberiyê miameleya xirab bi xwendekarên li zanîngeha Furat a Hesekê ya hikûmeta Şamê re dikin.

Ji ber vê sedemê xwendekar neçar dimînin ku ji bo di dersên xwe de serketî xuya bikin, bertîlê bidin.

F.X’yê ku ji ber tirsa avêtina ji dibistanê nexwest navê xwe eşkere bike, got; “Şûna em biçin fakulteyê, em li mal dimînin. Ji ber ku karmendên perwerdeyê şûna perwerdeyeke rêzdar, axaftinên nexweş dikin û xerab nêzîk dibin. 

F.X helwêsta li hemberî xwe weke dijmirovî bi nav dike û dibêje; “Di îmtîhanê de ya ku ez baş li ser xebitîm, pirs ji bo min hêsan bûn. Ji ber vê ji bo pûaneke ku min kêm girt, xwest nerazîbûnê nîşan bidim. Lê şûna ku giliyê min qebûl bikin, ez xistim rewşeke şermezariyê. Berpirsê fakulteyê, bi rengekî bê rêz xwest heta karê wî xelas bibe, ez li ber derî rawestim.”

 

Perayan zêde bidin û derbas bin

Yek ji rewşa ku herî zêde li zanîngeha Furatê giliyê wê tê kirin jî, bi bihayeke giran pirs tên firotin.

F.X ev yek piştrast kir û got, “Pirs tên firotin. Heger xwendekar pereyan nedin, nikarin derbas bibin. Bêguman bihayê kirrînê jî gelekî zêde ye.”

F.X wekî din da zanîn ku yên nasên wan hene yan jî torpîla wan heye, dikarin qeyda xwe bi hêsanî bikin. 

Ji ber vê yekê û ji ber xizmeta xirab, a weke germnekirina holên dersê, gelek xwendekar diçin zanîngeha Firatê ya li herêma Rêveberiya Xweser. 

Beriya vê jî di raporekê de hatibû destnîşan kirin ku rayedarên zanîngeha Furatê bi paşeroja 30 hezar xwendekarî dilîzin û derbarê wê de belge hatibûn weşandin.

Li gorî wan belgeyan, rêveberiya zanîngeha Furatê du rêyan didin pêş xwendekaran. Heger tevlî çalakiyên li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê nebin, wê wan bişînin fakulteyên li Dêrazorê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.